matesis
dedas

Di‘eya Serşuştinê û Du Têbinîyên Li Ser Analîza Wê

Di‘eya Serşuştinê û Du Têbinîyên Li Ser Analîza Wê

Bi Gelemperî Folklor

Di warê folqlora kurdî de ji bilî berhevkirinê hê tu gavên sîstematîk ê nirxandinên aqedemîk ne hatine avêtin. Ew war hêjî weke qadeke herî balkêş vala xuyadike. Ji ber ku  qadeke gelekî fireh û bê sînor e heta niha tukesî xwe nedaye berê.  Bi pîvanên aqedemîk û zanistî hê di hundurê xwe de bi rêkûpekî nehatîye tasnîfkirin û hê ji gelek tişta re pênaseke tekûz nehatîye danîn.

Folklor anjî bi peyva kurdî zargotin gelik tiştên cur be cur di hundurê xwe de dihewêne: Ji stranan bigre heta reqsan ji mamikan bigre heta heyranokan ji dia û nîyazan bigre heta nifiran û ji şîn û behîyan bigre heta dîlan û şadîyan û hwd.

Tiştên bi hişmendî û bîrewerîya gel ve girêdayî tev di bin sîwana zargotînê de cihê xwe digrin. Ji ber ku qadek berfireh e tukes zû bi zû xwe nadê ber sîstematîze kirin û tesnîfa vî karî. A rastî ew ne karê kesekî û diduwa ye. Ji ber ku qadeke têkilîya wê bi gelek disiplînên zanistî ve heye divê wî karî rêkxistinek an jî enstîtuyek bispêre xwe. Ê ku bi xwazin bi şixulin di vî warî de divê li gorî quwet û zanebûna  xwe xalekê anjî diduwa (belkî  bi tenê çendeka) bidne ber xwe.

Folqlor û Din

Zargotin bingeha çanda miletekî û neynika jîyan û ramana gelekî bi xwe ye. Mirov karê tê de şopa gelek tiştên kû îro wunda bûne û anjî li ber wundabûne ne jî bibene. Zargotin ji hêla arkeolojîya peyvan û kulturê(çandê) ve derfetên bê hempa dide yekî. Ne hewceye ku yek bibêje ji hêla dîroka çandê (culture history) ve jî girîngîya wê li holê ye û mirov karê bi wê awirê lêbikole û bi vî awayî mirov li ser paşîya milletekî gelek daneyên kargîr pêde bike û çand û jiyana wî  gelî bi wan daneyan  şîrove jî bike.

Weke ku min li jor jî xwest bibêjim, dema ku mirov berê xwe dide zargotinê mirov leqayî gelek qodên ku bi dîn û nirxên exlaqî ve girêdayîne tê. Ew qod gelek caran  dergehên perspektîveke kûr û dûr li hember me vedikin.Berya ku em derbasî mijara xwe bibin ji bo dupatkirina wê tezê emê weke mînak li ser biwêja xwelî li serê xwekirinê bi seknin.Weke ku em tev  dizanin Kurd ji hêla nijadî ve arya nin ;arî ne. Ji ber wê yekê hê şopên dîn û çanda hindo-iranîyan kêm zêde di çanda kurdî de têne dîtin.

Ew biwêj heta ku min belge-filmekî di derheqa Hindûyan de temaşe nekir jî qet bala min nekişandi bû. Di Hînduizmê de berya ku xwelîya mîrîyan bavêjin nav rubara evra têne şewitandin. Hezkiryê mirî jî hinik ji wê xwelîyê ji bo şîn û heznê bi serê xwe dadikin.Dema ku min li wî tiştî temaşekir ji nişkêve ew biwêj hate bîra min.Min di dilê xwe de got heye ew bi wê seremonîyê vê têkildar be.

Zargotina Kurdî ji hêla mijarên dînî ve ji bilî çend xebatan, hê nebûye mijara  lêkolînên berfireh. Ew xebatên ha jî, bêtir li ser edebîyata devkî a êzidîyan û li ser qewl û beytên wan hatine kirin. Xebatên ku li Sovyeta Kevin hatine kirin, bi berhevkirina berhemên folqlorik û bi hinek analîzên wa ve maye sînorkirin[1]. Ji ber sedemên ku bi rejima sosyalist ve girêdayî bûn, lêkoliner û folqlorîstan di wê mijara edebîyata dinî a devkî de, ji bilî ku numûneyan berhev bikin[2], tu xebat û analîzên berfireh nekirin. Encax piştî ruxandina sowyeta kevin nivîskar û rewşenbîrên êzîdî li ser çanda xwe yî a dînî dest bi nivîsandinê kirin.[3]

Di wê çarçewê de beyt û qewlên musulmanên kurd jî hê bi berfirehî nebûne mijara lêkolînên aqedemîk. Gelek çîrok, beyt ,qewl[4], dia û nîyaz hene hê ronahî nedîtine. Divê ew  jî di çarçoveyeke zanistî de werin berhevkirin û helsegandin. Borêqer, Zembîlfiroş, çîroka Ûsif û Zuleyxa, Sînem[5] û çendeke dî weke nimûne em bidin. Helbet taybetîyeke  zargotinê  bi xwe ye ku hertim ji tiştên kîtabî û tomarkirî  dixwaze dûr bikeve. Lewra  zargotin bi qewlî/bi devkî tê parastin û veguhaztin. Ji ber ku ew veguhastin bi hafiza insan ve girêdayîye, bi xwe re hinek deformasyonên weke jibîrkirinê û bi servezêdekirinê têne.  Ji ber vê yekê ew qada hanê hêjî valahîyeke bêsînor di xwe de dihewêne. Ew qad li hevîya lêkolînerên ciwan û pispor e.

 

 

Di‘eya Serşuştinê û Du Têbinîyên Li Ser Analîza Wê

 

Piştî wê destpêke ez dixwazim werim ser mijara xweyî a resen. Weke ku me li jor jî bahskir, nifir(beddua) û dia û nîyaz bi xwe jî parçeyek ji folklorê ne. Heta sixêf(dijun) bi xwe jî …

Dema ku hevsera min serê zarokên me ê biçuk di teştê de dişuştin, di dawîya şuştinê de av bi wan de diberda û ji bo helalkirine tiştek bi deng dixwend. Piştî çend cara ku min dêhnê xwe dayê ku bi vî awayî zarokan helal dike, min jê pirsî bê çima bi vî rengî tevdigere. Li gora wê ew dia’yek bû ku ji dîya xwe bihîsti bû û dayîka wê ji bo helalkirina zarokan bi kar dianî. Berya ku ez li wir binivîsim helbet weke taybetmendîyeke berhemên folklorîk wê waryantên wêyî dî jî hebin. Dema ez bi mamostayê xwe yî tezê re axivîm wî jî bahsa heman di’ayê guhartoyeke(waryanteke) cuda kir.[6] Ez wê kurte-dia’ya serşuştinê aniha pêşkêşî we dikim:

 

 Ava se‘etê ya qewetê

Ya mezin bûnê û ya birêveçunê

Rahmel ‘Eyşa’yê û li Fatîma’yê

Ko şuştin û veşuştin

Dane ruwê dinyayê

Wa xwe şuşt

Me jî xwe bi arava wan şuşt

 

Helbet li ser wê babetên jî mirov karê çend tiştan rapêşî xwendevanan bike. Li gorî min mirov karê du encaman ji we diayê derxwê:

1.Weke ku ji wê dia’yê tê fêmkirin jinên kurdan zêde zêde qimet dana malbata pêxember. Li wir evîna û mihabeta li hember ehlî beyt’a pêxember bi awayekî vekirî hatîye dîyarkirin.

2. Li gorî Mircia Eliade, insan bûnewerekî wiha ye ku seraqet metafîzîkê dihilbirîne/çêdike. Ew tiştekî wiha ye ku di xwezaya wî bi xwe de heye ne ku peyre di pêvajoya jîyanê de ew bi xwe hîndibe. Di wê di’ayê de jî ew taybetmendiya mirov derdikevê pêş. Şuştin û veşuştin bi şîyan(îrade) û qudreta Xwedê ve girêdayî ye lêbelê li wir bi şîyan û vîna evda wî ve hatiye girêdan. Jiber ku ew evd li ber dilê wana bi pêwana pexember gelekî şerîn in, ew xeslet bi dayîka me Eyşê û bi keça wî Fatîma ve hatiye girêdan.

Dema ku mirov di çerçoveya  dîroka dîndarîyê de bifikre di wê di’ayê de şopên çandeke politeist xwe di dine der. Ew bawerîyên bi wî rengî helbet ê li gorî aqîda İslamê wê ne rast bin. Weke ku me li jor jî got mirov fitren meyildarê bîr û bawerîyên metafizîk û ma’newî ne. Lewra rast û ne rast mirov seraqet xwedîyî xesleteke çêkirin û avakirina bawerîyên bi wî rengî ne. Ev bawerî her çiqasî bawerîyên vala û betal jî bin, bi awayekî berfireh ji wir û pêde ê cihê xwe di zargotina kurdî de bibênin.



 

[1] Li Rusyayê, xebatên zanistî ê li ser kurdan dighê nîveka sedsala 19’an. Ew xebat ji nêt û xwestekên dewleta Rusya a ku daketina bahrên germ ji xwe re kiribû armanc xalî nabê. Mirov karê bibêje ku ew xebat, piştî şoreşê,  ne weke berê jî bê, disa bi heman nêtan heta derekê hatîye domandin. Her çiqasî bingeha xebatên folqlorîk di serdema Çarîtîya Rusyayê de hatibû avêtin jî berhevkirina berhemên folqlorîk li Sowyeta Kevin bi destê zaneyên Kurd giha asteke bilind. Lewra Yekîtîya Sowyetê yekemîn  dewlet bû ku çanda Kurdî weke gefekê li ser desthilatdarîya xwe ne didît. Lê dîsa jî ne dixwest ku rewşenbîrên kurd têkilîyê bi kurdên derve re jî deynin. Ê ku têkilî didanîn jî bi awayekî serê wan bi rejîmê re dikete belayê. Weke mînak em karin tiştê ku hatiye serê Hecîyê Cindî bidin. Hecîyê Cindîyê ku weke Pispor û zaneyê zargotina Kurdî dihate zanîn ji ber ku têkilî bi Hewara Mîr Celadet Bedirxan re danî bi du sê salan hate cezakirin. 

 

[2] Binerin Zargotina Kurda, Weş: Nauka, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, 1978, Moskow , Berg.2.

 

[3] Êzidîyat, weşanxana Lis, Êzidîyatî Mîrzikê Zaza Fermanên Reş, Weş Dengê Êzidîyan. Oldenberg Eskerê Boyîk

 

[4] Peyva qewl ji bo berhemên dînî ê ku bi devkî bi xesmayî jî di ayînên dînî de tên xwendin. Wan salên dawî li ser qewlên êzidîyan çend xebatên berfirah hatin weşandin. Lê hê li ser qewlên Misilmanan û li ser qewlên filahan hê tu xebatên berbiçav nehatine bi rêve birin. Jixwe Philip G. KREYENBROEK qewlan weke ê êzidîyan bi xwe dibêne û qet bahsa qewlên misilman û filahan nake.( Philip G.KREYENBROEK û Xelîl Cindî REŞOW Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur, r 91-92, Avesta, 2011,İstanbul) Jibo mînakek ji qewlên filahan hûn karin li hejmarên 25 û 29 ên Hewar’ê binerin. (Hawar (hejmar 25, 1934) Cilt 2.Weşanên Nûdem r 654. Stockholm.1998, Hawar (hejmar 29, 1941) Cilt 2.Weşanên Nûdem r 727. Stockholm.1998.)

 

[5] Ji bo Sinem’ê hûn karin li berhevoka bi navê Kayıp Dîwan a Muhsîn KIZILKAYA a ji hêla weşanxaneye İletişim’ê ve hatiye weşandin meyzê nin.

[6]  Ji zanîngeha Dicleyê Hayrettin Kızıl ji min re bahs waryanteke dî kiribû

Yorumlar

Image
sabır yarabbi
24.08.2015 / 11:02

ya bixer

Yorum Yaz