matesis
dedas

Faşîzma Heft Rengo…

Faşîzma Heft Rengo…

Xiyala xwe baş bidin bikaranîna têgehan û hûnê bibinin ku mejiyê gelek mirovan tevli hevdu ye. Têgeh ji naveroka xwe tên valakirin. Em dizanin ku têgehên sîyasî û felsefî gelek caran xumamî ne. Ne baş zelal in. Gava ku mirov têgehan şaş bikarbinê, raman, dîtin û fikir jî xumamî dibin. Zimanê ku şaş tê bikaranîn hilbet ramanan jî tevli hevdu dike. Wê gavê helwestên sîyasî û felsefî  zelal nabin lê niqaşên beradayî jî zêde dibin.

Ma mirov ji rovîyan re dikare bibêje şêr? Ma mirov ji şebeşan re dikare bibêje kûndir? Di nîqaşên li ser faşîzmê de mirov bihêsanî dibîne ku têgeha faşîzmê ketûber tê bikaranîn. Di vê niqaşê de rovî dibin şêr, şebeş jî dibin kûndir! Ma hema her helwesta ku zordarî tê de hebe, dibe faşîzm gelo? Ma hema her heywana ku gîha dixwe dibe ker e? Ma hema her xanîyê ku bi keviran ava dibe, dibe qesir? Ma hema hemû babetên zordarî û dîktatoriyê dibin faşîzm?

Na xêr! Lê ev na xêra me jî divê baş zelal bibe!

Emê nûha bi kurtasî hinek bûyer û daneyên şênber û dîrokî bînin ziman…

Beriya her tiştî faşîzm weke rêbaz, pergal û pratîk sîstemeke ekonomî ye. Hilbet metodê sîyaset û pratika faşîştî dikarin bêşik pir rengo bin. Armanca sereke veşartî an ji eşkere serwerkirina kapîtalîzma monopol e.  Destguhertina sermaye û tacîdariya sîyasî.  Lê hicet û rengê vê armancê jî li gora welatan dikare were guhertin.

Ji bona mînak; di faşîzma Elmanî de têgeha nejatperestî dikeve navênda civakê. Hemû tişt ji bona nejatê serdest e. Ji bona vê têgehê jî hemû hicet serbest in. Nejata serdest paqij e û yên din jî lewitî ne. Bazirganî, sîyaset, huner, felsefe, edebiyat,  jîyana sosyal, maf, azadî, demokrasî ûhw, hemû li ser bingêhê nejatperestiyê tên şîrovekirin. Nejata serdest wê gavê doza xulamtiyê li nejatê din dike. Mîmarê nejata serdest jî Führer e. …

Dîtin û îdeolojîya  fermî wilo formata xwe digire.

Di faşîzma Îtalî de jî, li şûna nejatperestîyê têgeha dewletê dikeve navenda civakê. Dewlet dibe têgeheke pîroz û hemû tevgerên sîyasî û civakî dikevin xizmeta dewletê. Dewlet her tişt e, lê kes û civat ne tiştik in. Her tişt ji bona dewletê ye. Serokê dewletê bê qisûr in. Serokê dewletê an jî bi zimanê Îtalî Duçe, rasti bi xwe ye. Ew serokê mezin e, gotina Duçe qanûn e, rastî ye, felsefî ye…

Li alîyê din destbirakên faşîzmê ji hene, weke tevgerên milîtaristî, Kemalîzma Tirkan, Baasîtiya Ereban, û ev hemû ji tevgerên burjuvaziya biçûk in. Ew tevgerên çeqilmastî ne. Her kiras li bejna wana tê. Di gelek waran de ew bercewîyên faşîzmê ne.  Ev tevger bi helwest û ramanên xwe gelekî sudê ji faşîzmê digirin. Lê di rastiya xwe de, di gotarên xwe de ew netewayetiyekî nejatperest derdixin pêş. Di wan tevgeran de jî, serokatî, pêşengtî, rêbertî dikeve nava efsûneke pîroz û civat, ji ya xelkê bêtir, ji ya milet bêtir dibe ya serokan, dibe ya rêberan û tevgera civatî li gora vê daxwazê jî şekil û şemalê xwe digire. Hafiz, Seddam, Kaddafî, Kemal di vê tevgirêdanê de weke hevdu ne. Sixleta wana ya sereke ezezîtî û radikalîzma burjuvaziya biçûk  e…

Weke faşîzma Elmanî, Spanî û Îtalî çiqasî bi cil û bergên leşkerî zırt û fort dikirin jî, xwe bi nişanên leşkerî di  xemilandin jî, xwe weke dike elokan dinepixandîn jî, faşîzma Rojhita Navîn jî bêtir rengekî sivîl girtiye. Bi roj sivilê lê bi şev leşker e! Ne tebût e.  Bi leşkeran re têkilîyên wana xurtin, bingehê wana li ser provokasyon, sextekarî, derew, paşgotinî, bêbextî û tirsê ava dibe. Ev tevger xwîna xwe ji burjuvaziyê biçûk digirin lê di xizmeta burjuvazîya mezin, dewletê û bûrokrasîyê de ne. Dewlet jî ji wana re weke kadina kayê ye. Ew dibêjin em kurê dewletê ne, lê di pratîka sîyasetê de ew kurê kurtêlan e! Cîhê wana jî kadina kayê ye. Faşîştên ku bi silavên gûran dikin zûrzûr, bi bedil û bi qerewatin, di encamê sîyasetê de bi dûv kûrtêlan ketine. Ew kurtêlxwirin! Heta bi poşan silavan li hevdu dikin û kûçikên ku toltajî ne xwe weke guran nîşan didin. Ango nasnama wana gelekî tev li hevdu ye! Ew tevgereke çeqilmastî ye…

Hilbet mirov dikare gelek minak, şibandin û daneyên dîrokî pêşkêş bike lê têgeha faşîzm bi qasî ku gerdûniye, ew ewqasî jî heremî ye. Faşîzma gerdûnî di pratîka sîyasetê de kirasekî heremî li xwe dike. Hemû tevger pêşî li welatê xwe faşîşt in û dûra jî derdikevin ser dika cîhanî.  Ji ber wilo jî, mirov dikare bi hêsanî qala faşîzmeke heft rengo bike. Ew babetê faşîzme dikare ciranê mirovan be, dikare di nava komelan de, di jiyana rojane de, di pêwendiyên mirovan de, di pratika sîyasetê de gelekî bi ziravî xwe veşêre. Divê mirov vê faşîzma heft rengo baş binirxîne û di sîyaset û civatê de wêna bi hemû haweyî şermezar bike. Rengê faşîzmê çi be jî, ew di dawî de malkambaxî ye!

Yorumlar

Image
586671
23.02.2020 / 07:28

Hello. And Bye.

Image
Marvincep
03.07.2019 / 05:22

güzel elinize sağlık

Image
soreş
02.07.2019 / 23:21

tebrik ediyorum

Image
said
30.06.2019 / 21:13

ez dibe 9 renge...

Image
9
28.02.2019 / 15:52

Yes, it is the intelligible answer

Image
selmani Kürdi
25.04.2017 / 20:48

Şimdi bu yazı da nerden çıktı

Image
Pen
25.04.2017 / 07:56

Kaleminize sağlık

Image
951848
23.12.2016 / 18:33

The new XRumer 16.0 - revolution in online promotion: <br>artificial intelligence will help you to attract customers so effectively, <br>more than ever!

Yorum Yaz