matesis
dedas

Feto, Seleheddîn û Kuştina Marquise Conrad

Feto, Seleheddîn û Kuştina Marquise Conrad

Gotinek heye dibêje: “Tarîx tekerûr e.” Rast e. Dema ku mirov li ser rojeva dawî a di derbarê Feto de difikire, ew rastî careke dî xwe dide dest. Berî ku ez nimûneyekê ji tarîxê bidim ez dixwazim bi pêwana serpêhatiyekê çend gotina li ser rêbazên Feto bibêjim.

Hevalekî min dema ku ji leşkeriyê vegerya tiştê ku pêşin bala min kişand êdî ziman çortî û sixwêvkeriya wî bû. Lê ji wê rewşa wî bêtir serpehatiya wî a di derbarê şevbihêrkeke ku jibo daxiliya wan a ji yekîneya ecemîtiyê jibo a hostatiyê hatibû li dar xistin. Li gorî wî ew şevbihêrkên wiha ji bo ku germahîyek di nav wan û ê dî de avabibe bêtir jibo nasnameya wa a dîndariyê an neya dîndariyê were eşkere dihate li dar xistin. Kevneşopa leşkerî a di derbarê şevbihêrkên wiha  de  ew bû ku mêvanan vexarinên sermestker  ê weke eraq û şeravê vexwaribana. Dema ku ew kevneşop ji hêlan hin kesan ve an bi hemdê xwe an jî bê hemdê xwe hatibana binpêkirin li wan kesan bi çavekî nepak dihate meyzandin û weke kesên murtecî dihatin dîtin. Ew yek weke mîqekê bi duv wan ve dihate kirin. Ligorî heval jiber ku di wê şevê de nevexwaribû heta ku li leşkeriya xwe qedan jî bi çavekî wiha lê heta meyzandin. Ji ber vê yekê rêkxistina feto dema ku zilam diêxistine nav qedroyên leşkeriyê de ew tembih dikirin ku heta ji wa bê bi refleksên îslamî tevnegerin û jibo veşartin û takîyê jî li gorî normên kemalîzmê tevbigerin. Wan ji wihakir. Heta kesên ku bi wan re dihatin zewicandin jî ji ceme`etê dihatin hilbijartin û jibo berjewendîyên rêkxistinê ji wan dixwestin ku sere xwe vekin. Ew kirinên xeyrî îslamî weke ruhsat jibo demekê ji wan re dihate caîz kirin. Ew kirinên Fethulla  Efendî ayeta ku qala Cih û Filehan dike tine bîra min.Di wê ayetê de xweda wiha diferme: Wan ji bilî Xwedê,zane û abidên xwe û Îsayê kurê Meryemê jibo xwe îlah girtin.Hal ev e ku ew her hatine fermankirin ku yek Xwedayî bihebînin…(Tewbe 31)

Ew çîroka ku ezê aniha ji dîroka Îbni Esîr neqilbikim gelekî dişbihê bûyerên ku wê dawiyê li welatê me diqewimin. Tevgera ku weke ceme`etê hatiye nasîn(ew bi xwe, xwe bi xizmetê bi navdike) her çiqasî xwe weke tevgereke modern dihesibêne lê di bin bandore gelek tevgerên batinî û esantirîk de maye. Merîv dema ku li kiryarên wê rêkxistina terorîst difikire, mirov karê ji gelek hêlan ve fe`lê û kirinên wê bi hêmayên batini û  masonîk şîrove bike.Wiha xwuyadike ku ji tevgerên  wek ê rahbikên cizwît, ên batinî-îsmaîlî û ê haşhaşî a Hesen sebbah gelekî sûde wergirtiye. Ji xwe çîroka ku ez aniha neqilbikim jî bi tevgereke wiha re têkildar e.

Weke ku em ji wê serpêhatiya dîrokî jî fêmdikin tevgera Feto, endemê xwe di mueseseyên dewletê de bi awayekî dizî bi cih dikir û ji wan endamên xwe dixwest ku heta pêdivî bi wan çênebe reng nedin û weke şaneke razayî xwe veşêrin. Bi vi awayî di rîş û rahên dewletên de xwe bi cih dikirin. Li gorî berjewendiyên ceme`eta xwe tevdigerîn ne li gorî ên dewletê. Yasa rêzendên dewletê jibo mefa rêkxistina xwe bi kar dianîn. Ji desthilatdariyek derî a dewletê emr û ferman werdigirtin û li gorî wana jî `emel dikirin. Jibo ku xwe îfşa nekin jî her rê û rêçikên nû her şewaz bikar dianîn. Ji ber ku wek parçeyek ji dewletê dihatin hesêb, kirin û biryarên wan ê çewt dihiştin ku dewlet di çavên hemwelatiyan de biçuk û reş were dîtin. Heta dereke di wê yekê de jî bi serketin. Di wê serketinê de mirov karê  bahsa keda gelek hêlan desthilatdariya niha ku li ser kare jî têde bike. Rexnekirina paşerojê li gorî min tu fêdê nadê tekoşîna li dizî Feto yê. Û ji xwe domandina polemîkek wiha wê zeraê bide tekoşîna ku niha tê meşandin. Ka em vegerin ser meseleya ku me ji dîrokê wergirtiye.

Li gor gotinên Îbnul Esîr: Selheddîn ji serokê Îsmaîliyên batinî Sînan re qasidekî dişêne. Jê dixwazê ku  ya qranê îngilîstanê Rişardê Dilşêr bikujê anjî ku ew jê newê bera serokê bajarê  Sûrê Markîs Konrad bikuje. Heke bikuje wê deh hezar dînar bidyê de. Kuştina Rîşardê Dilşêr gelekî zahmet bû û a dî jî Sînan ji bo ku Siltan lê venegere û hertim bi cenga Firengê xaçparêz meşxûl be, nedixwest ku tiştek were Rîşardê Dilşêr. Lê  temayiya deh hezar dînarî jî dikir û bîryar da ku di şuna Rîşard Dilşêr de Markîs Konrad bide kuştin. Bi wê mebestê du zilamê xwe bi cil û bergên rehîban şandin ba serokên Seyda û Remlayê. Wê demê ew her du serok li bal Markîs Konrad li bajarê Sûrê diman. Ew her du kesên Batinî Îsmaîlî bi qasî şeş mihan li wir man û xwe weke rehîban dan nîşan. Li wê derê îbadet û ta`et kirin. Markîs Konrad gelekî bi wan bawer û ewle bû. Piştî demeke serokê  keşên bajarê Sûrê bezmeke xwarine(dawetek) saz kir û serok Markîs ezimand. Piştî xwarin û vexwarine tam dema ku Markîs ji dawetê veqetiya herdu fedayiyên Îsmaîlî bi xenceran êrîş birne ser. Heta ku ê dî pêve gihan nîvkuştî kirin. Yekî ji wan bi lez û bez xwe da alî û çû xwe li dêrê veşart. Dema ku Markîs Konrad ji bo derman kirine anîne dêrê, careke dî derket û bî xencerê êrîş bire ser û îşê ku nîvrê mabû dî cih de timam kir.  Her du batini piştî lêpirsînekê ji hêla xaçperestan ve hatin kuştin.

Dema ku qewimînên li rojevê em di ber çavan re derbas dikin, em leqayî gelek tiştên bi vî awayî tên.  Gelek xeberan em dibihîzin ku dozger anjî qomîserên ku lêpirsîne bi rê ve dibe di dawiyê tê fehm kirin ku ew bi xwe jî endamê wê rexistinê ne. Ji ber ku weke wan rahîbên Îsmaîlî –batinî  xwe heta ku roja wan were xwe diveşêrin û şewaza takiyeyê bi serkeftin bi kartênin weke qrîptoyan karin xwe muhafeze bikin. Lê ji ber ku her roj  rêxistin hê bêtir tê verişandin em tuşî tiştên wiha tên. Ji wê bûyerê jî tê fêmkirin ku heman taqtîkên ku ji hêla keşîşên cizvît, Îsmaîlî û xaşxaşiyan ve hatine bikar anîn îro ji hêla Feto ve jî têne bikar anîn. 

 

Yorum Yaz