tatlidede

Heftûheşt

Heftûheşt

Di niqaşên siyasî de, di gotubêjande, di diyalogên nava rewşenbîran de armanceke sereke heye; ev jî zelalbûna raman û lihevdu nêzikbûna beşdarvana ye.  Ku armanc ne ev be, niqaş bê fêde ye. Divê mirov ji bona van nirxan têbikoşe. Gava ku armanca mirovan ne ev be, wê gavê hewce bi nîqaşên sîyasî, bi gotûbêjan û diyalogên di nava rewşenbîra de tuneye. 
Aqilê mirovan wêna nişanî mirovan dide. Kultura demokrasî û mafê mirovan wêna nîşanî mirovan dide. Gava ku niyeta mirovan xerab be, wê gavê qet hewce nîne ku mirov bi ‘hinek mirovan’ re têkeve nava diyalogan. 
Ev ‘hinek mirov’ ne layikê gotûbêjan e. Gotûbêj bi xwediyê nîyeta paqij re têne lidarxistin.
Ma mirov dikare tu nirxên bingehin ji mirovên ku ramanên faşîstî û kolonyalistî diparezin fêr bibe? Ma hewceye ku mirov Emerika ji nû de kişf bike gelo?
Di rewşên wilo de nîqaş û diyalog tucara nikarin encamên hevbeş derxin holê. Niqaş bertelef e, gotubêj bêfede ye, diyalog ne li ser bingehê wekhevîyê dimeşe. Gava ku di niqaş û diyalogan de wekhevi tune be, wê ramanên xwedî wate çawa zelal bibin?
Ma mirov dikare çi fêri faşistên leşkerî û sivil bike?
Ma gava ku niqaş tenê ji bona niqaşê be, ji xwe mirov nikare tu encaman ji vê yekê bigire.
Wê gavê heftûheşt dikeve dewrê…
Siyasetmedar û rewşenbîrên Tirkan ketine nav heftûheştê. Em Kurd ji ne kêmî wana ne!
Gelek caran sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan dibin weke sîyasetmedar û rewşenbîrên serdestan. Doza bingehîn jibîra dikin. Weke serdestan tevdigerin, weke wana helwestan digirin, weke wana bi heftûheştê dadikevin…
Kurd in hene gelekî eceb in; bi kultura heftûheştê xwe tekûzkirine. Bahwer dikin û di dilê xwe de dibêjin; bi şerefa Xwedê û namûsa Pêxember ku ez xwe ji ber doza Kurdan bidim alî, tiştek li holê namîne!
Xwe dixin dewsa doza gelê Kurd! Hişmendiya wana bi heftûheştê hatiyê xemilandin…
Dibêjin; ez û ne kesekî din!
Di kultura heftûheştê de mirov çi dibêje ne gîring e. Ya giring ev e ku tu hema korfeleqî bersivekê bide. Di vê bersivê de aqil heye, pîvan heye, raman heye, mirovantî heye qet ne giring e. Ya giring ev e ku mirov beşdarî niqaşan bibe! Şov bike, gotinên bêwate bibêje û bi reya xwe de bimeş e.
Beşdarî niqaşan bibe û tiştên bêser û ber bibêje! Ji bedela doza kurdan xwe bi serdestan şêrin bike. Bersivê tewşo mewşo bide û dura jî bibêje;
Ez dibin gotinan de nemam… Min bersiva pîvazo wilo da…
Lê ev bersiv çi li doza Kurdan zêde dike, çiqasî doza gelê Kurd pêşde dibe? 
Kê kanix dike ne diyar e..
Xeyala xwe bidin niqaşên ku di navbêna sîyasetmedar û rewşenbiran de dibin; di vir de gotarên bêwate hene, zirt hene, quretî heye, formalîzm heye lê tucara helwestên bingehîn tune ne. Ji bona çareseriya pirsgirêkan tu program û plan tune ne. Tu helwestên bingehîn û rizgarixwaz tune ne. 
Nîqaş tene ji bona niqaşan tenê kirin. 
Mirov gelek caran hebana xwe vala dikin lê ji bona çareseriyê ne xwedî tu helwest in. Medya jî ji bona wan niqaşên bêwate sênga xwe vekiriye. Wexta xwe derbas dikin û berikê xwe tije dikin…
Kultura te got, min got dikeve peşiya niqaşên afirîner. Dibêjin; ma çend deve di qula derziyê re derbas dibin?
Rojev di herime. Rewş şelûlî dibe. Heftûheşt berdewam e.
Hemû kes ji vê rewşa hanê ji xwe re wezifan derdixîne; Sonda dixwe û dibêje; bi şerefa Xwedê û bi namûsa Pêxember ku ez xwe bidin alî, kevir li ser kevir namîne!
Lê divê mirov baş zanibe ku heftûheşt aqilê mirovan bawî dike. Maf û têgehên bingehîn ji holê radike. Nahele ku mirov pêşiya xwe bibînin…
Li şuna ku mirov nêzikî hevdu bibin, mirov ji hevdu bi dûr dikevin. Di encam de diyalog tê qutkirin û nîqaş jî difetise.
Kî çiqasî dengê xwe bilind bike, ki çiqasî dîtinên tewş pêşkêş bike, ew ewqasî xwe serkefti dibîne. Lê di bengehê bûyeran de tu serkeftin li holê tune ye. 
Ma gava ku mirov nikaribe mirovan kanix bike, wê pîvanên serkeftinê çawa derkevin holê?
Ev bi salan e ku rayedarên serdestan Kurdan dikişinin nava heftûheştan. 
Dixwazin me bixapînin û paşûpê li kerê siwar bikin û di nava bajarên xwe bigerînin.
Ez vêna baş dizanim; mirovê ku mirovan hergav zû efû dike, ew hertim li mirovên sextekar rast tê. Efukirin li ser çavan le efukirina erzan mirov tu encaman je nagire.
Divê em karibin îca konaxa sextekariyê bihêsanî derbas bikin…
Ma mirovê ku hergav were xapandin, mirov dikare çi navî lê bike? 

Yorum Yaz