tatlidede

Helwesteke zimanî

Helwesteke zimanî

Ev çend salên dawî Kurd pirsgirêkên ziman nîqaş dikin. Di warê pirsgirêkên ziman de helwesteke netewî -sîyasî hîna jî baş pêş neketiye. Di vè mijarè de serê gelekan tevlihevdû ye. Mirovên me helwesteke zimanî hîna jî di hundirê xwe de neserifandine. Pirsgirêkên ziman û helwesteke zimanî tenê weke propaganda û helwesteke konjukturel tê pêşkêşkirin. Lê pirsgirêka ziman ne tenê pirsgirêka ziman  bi xwe ye; ew pirsgirêka asîmîlasyon, kesayeti, kultur û sîyasetê jî bi xwe re tîne rojev e. Pirsgirêka ziman di navenda van têgehan de ye. Ma welatparêzî bê helwesteke zimanî dikare bahwerî bide mirovên Kurd? Ma helwesteke zimanî bê welatparêzî çiqase bahweriyê dide mirovan? Ziman û bi taybet zimanê dayika li ser lêvèn hemû kesan e. Gotin heye lê li gelek deveran pratîk û helwesteke prensîbî tuneye.
Ev malkambaxiye, ji nirxên netewî bidûrketine û kozmopolîtîzmeke bêwateye…
Mirovên ku di nava sazîyên me de bi pirsgirêkên ziman dadikevin, di helwestên xwe de gelek caran bêprensîb tevdigerin. Pirsgirêkên ziman, daxwaza zimanê dayikê ji xwe re kirine weke platformeke ku pêwendiyên wêna bi rastiya civatî re tuneye. Dîtin tên gotin lê pêwistiyên wana dîtina bicîh nayînin. Civat li deverekê ye û saziyên me li devereke din in. Ev sazî gelek caran bêhelwestin lê ji hinekên din daxwazdikin ku helwesta xwe zelal bikin! Her serê çendakî berpirsê wan tenê guhertin lê tu pratîkek şênber û xwedî watê jî li holê tuneye. Em gelek caran eşkere dibînin ku mirovên ku bi vê pirsgirêkê dadikevin, di warî ziman de gelekî qels in. Heta em dikarin bibêjin ew tune ne! Ne xebatên wana hene, ne berhemên wana hene, ne jî kultura wana heye. Lê li vî alî û li wî li ser pirsgirêkên ziman, terîya xwe bi ciwaniyên re diqusînin. Belaş bûne zimanzan! Heta ji wana tê dixwazin pêşîya mirovên zimanzan, kulturzan, nivîskar û rewşenbîrên xwedî rumet bigirin! Ev yek ji gelek caran ji wana re diserife!
Ma ne xêra Xwedê ye?
Bê zanebûn, bê prensîb û bê helwesteke zimanî rojên xwe derbas dikin. Heta ku  ji wana tê jî, ji mirovên zana û xwedî helwest, xwedî ked bazdidin.
Weke bilaçemka ku ji ronahiyê bitirse, ew jî ji zanebûne ditirsin…
Em hemû dizanın ku helwesta zimanî divê netewî be. Mirovên siyasî û rewşenbîr divê vê helwestê ji xwe re bikin mertal. Divê helwesta netewî ya ku li ser himê ziman pêşde biçe bibe taybetmendiyeke sîyasî û rengê Kurdan bide der. Kurd bi zimanê xwe divê sîyasetê bikin û vê helwestê bikin helwesteke netewî.
Lê siyaseta me ne bi zimanê me dimeşe. Divê zimanê me di nava pêwendiyên Kurdan bibe zimanê bingehin.
Ev helwesta hanè divê hêza sîyasetê karibe rê li ber veke. Di vê mijarê de siyaseta me biryara dide û biryarên xwe naşopî ne. Tevdirên xwe li gora mantiqê biryaran nagire. Du dilî ye. Biryar li hewa yê dimînin û tu têhne nadin tevgerên civatî.
Gava ku cidîyet tune be, gava ku disiplîn tune be, gava ku daxwazî tune, kî çi dike, çawa dike li gora xwe dike. Pirsgirêka ziman bi vi rengî heta nûha neketiye serê rojeve.
Mirovê ku vê helwestê di hundirê xwe de neserifîne, gelek caran helwestên wana yên sîyasî jî  ne zelal in. Raman û dilbijandinên wana qûrmiçî ne. Tenbûr tiştekî dibêje û stranvan jî delalê binê beriyê ji hevdu re dibêjin! Di nava raman, helwest û pratîka wana de hevdengî tuneye. Ji ber wilo jî di pirsgirêka ziman de bahweriyeke xurt çênabe…
Çalakiya ziman gelek caran tenê bi daxwaza boyqotkirina dibistanan dimîne. Ev daxwaz ku salê carekê tê pêşneyar kirin jî gelekî qels dimîne. Zarokên ku naxwazin biçin dibistanê, kêfa wana gelekî ji vê boyqotkirinê re tê! Boykotkirin hergav û li her deverê bêrêkûpêkbûn dimeşe û piraniya caran heremî dimîne. Ragîhandin û plankirin ji binî de tuneye. Li gelek deveran boyqotkirin xwebixwe dimeşe û nagîhêje tu encamên.Ango; me kir û hew!..
Ji xwe di civînên sîyasî de zimanê Kurdî nebuyê xwedî statûyeke sîyasî heta nûha. Di vê pirsgirêkê de gelek biryar tên girtin lê ew tenê di biryarê de dimîne. Ji ber ku sîyasetmedar, rêber û rewşenbîran pirsgirêka ziman di kesayetiya xwe de hîna neserifandine. Pirsa ziman ji bona gelek Kurdan hîna baş nebûye pirseke sîyasî.
Divê em hemû bi hevdu re bibêjin; em siyasetê bi zimanê xwe dixwazin. Em perwerdebûne bi zimanê xwe dixwazin. Em çapemeniyê bi zimanê xwe dixwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe bikenin û bigirin…
Zimanè me nasnama me ye!..

Yorumlar

Image
ARTUKLU
13.06.2015 / 11:05

SAYIN YAZAR YAZILARINIZI BİZDE OKUMAK İSTİYORUZ ANCAK KÜRTÇE BİLMEDİĞİMİZ İÇİN MAALESEF BU MÜMKÜN OLMUYOR. MÜMKÜNSE YAZININ SONUNDA TÜRKÇESİNİ DE YAZARSANIZ SEVİNİRİZ SELAMLAR

Yorum Yaz