matesis
dedas

Mesela Daxwaznameya Aşîtiyê

Mesela Daxwaznameya Aşîtiyê
  Di mesela daxwaznameya aşitîyê de sê aqedemîkên ku beri niha ji hêla dadgehê ve hatibûn girtin berî niha bi çendekê hatin berdan. Bersûcên ku bi alîkarîya rêkxistinê dihatin tawanbarkirin ê ji wir û bi şûnde heta dawîya darizandinê, ê berdayî werin darizandin. Dema ku gumana bazdanê tûnebê divê di hemû darizandina de rêkek bi vî awayî werê bijartin. Li gorî mine ew berdan û hinek encamên darizandinê divê ji hêla serxwebûna dadmendîyê ve weke gaveke êrênî û girîng werê dîtin. Ew pêngava ku hate avêtin ji bo demoqratizekirina Tirkî jî weke xaleke girîng tê xuyakirin. Wiha xwuya dike ku dadgeh û dadmendîyaTirkî ji raboriya xwe ders û ezmûneke baş wergirtiye.

Ew meseleya ku diva bû di çerçoveya derbirîna rayê de hatibana dîtin sed mixabin lê wê derê nesekinî. Diva bû mesele berî hertiştî ji hêla fikrî ve hatibana rexnekirin û bersivandin. Heke mesele di wê çaçoveyê de hatibana dîtin wê ne hewceyî wêqa totirnê bana. Daxwazname ji xwe ji hêla hinek nivîskarên wek Atilla Yayla û Halil Berktay û êdî ve bi awayekî rewşenbîrî dihate rexnekirin û bersivandin. Piştî girtin û lêpirsînan mafê rexne û derbirîna ramanê bi awayekî ji destê me hate standin û wê yekê hişt ku devê me li ber wan werê asêkirin. Berya ku em a xwe bêjin divê em xemgîniya xwe li pêşberî wan kesên ku jiber daxwaznameyê ji hêla idarî û huquqî ve hatine darizandin û ji karên xwe hatine dûrxistin pêşkêşbikin. Lê ewê neyê wê ma’nê ku emê mafê rexne û derbirîna ramanê bi timamî ji destê xwe bavêjin. Weke dûh îro jî azadîya derbirîna ramanê di qonjektûreke wiha de wê li herêmê zêde ne pêkan be. Dema ku min dest nivîsandinê kır nêta min ku ez di derbarê politiqaya aqtuel de binivîsîm tune bû. Lê mixabin rojeva germ qelemê dide destê mirov û mirov bêgav dimêne ku binivîse, weke ku ez aniha dikim..

Her çiqasî di çavên gelek rewşenbir û aqedemîkan de tu qîymetê wê daxwaznameyê tûne bê jî lê êdî mesele kêm zêde li Rojava weke derbirîna rayê û serkûtkirina wê tê dîtin.Weke ku tê zanîn daxwazname ji hêla guruheke çepgir a biçuk ve hate pejirandin û îmzekirin. Di nava pêncih şêst hezar aqedemîkan de hezar an du hezar kes ji hêla piranîyê ve ê tu ma’neyê îfade nake.  Rast e divê vegotine rastîyê an heqîqetê bi aligirên wênî pir an hindik ve newê nirxandin. Lê dema ku rastî xwe li ser zemîneke exlaqî ranegire, terafdarê wê pir jî bin ê tu ma’neya wê tunebe. Ji hêla rewşenbîrî ve jî dema lê werê nerîn daxwazname ne li ser bingeheke exlaqî hatiye avakirin. Berî hertiştî mesela daxwznameyê mesela rewşenbîrîyê ye. Li gorî hinek pênasên rewşenbîrîyê, rewşenbîr divê bibe wîjdan û bi awayekî peyamberane tevbigerê.  Divê bibe berdevkê heqîqetê, ne ê xêrodêro. Ne ê desthilatdarîya maqro û mîqro.  Lê dema ku em li wê metnê dimeyzênin weke  ku Gramsçî bi navkiriye em leqayî ronekbîrên organik tên. Ji xwe di wê qonjekturê de li wî welatî ji ronekbîrên organik pê ve tu dibê qey tukes nemaye. Rewşenbîrên xwedî wîjdan heta tu bêjê kêm bûne. Axlebên wa weke partîzanan tevdigerin.  Dema em li metnê vegerin em dibenin ku bêtir li ser nerînên hêleke rikeber anjî dijber hatiye avakirin û bi perspektifa ku tundîya(şiddeta) şoreşgerane weke mafekî radestî hêla dî dike hatiye nivîsandin. Pevçûn jî û sulh jî dinavbera du hêlan de tênkirin. Dema ku ku tu hêlekê weke sersebebê hêmî kêmasî û xerabûnê bibene, wê ew yek te weke layengirê hêla dî destnişan bike. Li gorî daxwaznamê  aqedemîsyen dixwazin ku di nava hêlan de weke navbeynkar werin dîtin. Lê helwesta wanî ku hêlekê tenê weke tawanbar dibênin wê daxwaza wa jî bê ma’ne dihêle.

 Hinek aqedemîkên ku di wê mijarê de beravaniya xwe dikin dibêjin: “Muxetabê me dewlet bi xwe ye ne rêkxistin e. Ji hemû tiştên ku diqewime dewlet berpirsyar e.  Erk û berpirsîyarîya sereke a dewletê ew e ku hemwelatîyê xwe bi pareze.” Li gorî min jî ew yek heta derekê rast e. Lê kêm hatiye gotin. Divê newê jibîrkirin ku kîjan rêkxistin be  xwe weke dewleteke di nava dewleteke dî de dibêne û dihesibêne. Jibo vê rewşa  xirab bi qasî dewletê erk û berpirsiyarîya rêkxwistinê jî heye. Lewra bêyî ku riza xelkê wergirê, rekxwistinê li şûnewarên ku niştecî lê dijin senger, xendeq û berîqat avakirin û ew der ji xwe re kirin qada şer. Wê helwestê hişt ku bihezaran însan ji cih û warên xwe bi nêta ku piştî “safîkirina bajêr” cardîn lê vegerin dûrkevin û derbider bibin. 

Jibo ku ew mesela berpirsiyarîyê xweşik werê fêmkirin divê em li wir hinekî li ser desthilatdarî(otorîte)ya maqro û mîqro biseknin.  Heke em otorîteya dewletê a li seranserî welêt weke maqro bibênin divê a rekxistinê jî weke a mîqro werê dîtin. Li derên ku rekxwistin serdeste ew otoriteya maqro û miqro gelek caran cih vediguhêze. Heta jiber wê yekê însanê ku li herêmê dijin êdî bi qasî ku ji rêxistine ditirsin hema bêje ji dewletê natirsin. Lewra dema ku dewlet bêhna tiştekî ji hineka dike wan digre û mahkeme dike. Lê rekxistin gelek caran dîrekt qesta can û malên wan dike û wan bi vî awayî ditirsîne. Wiha xwuyadike ku aqedemîk dewletê bi tenê muxatab dibênin û ji kirinên wê wê berpirsiyar dibênin lê di rastiyê de ji bo xelkê di wan kirinan de her du hêl jî kêm zêde xwedî erk û berpirsyar in. Lewra her du hêl jî li ser qedera wan rûniştina û bêyî ku riza wan bistênin li ser navê wan bîryarên cor be cor digrin û dimeşînin. Aliyek dixwazê wan rizgarbike û hukm û fermanên xweyî antîdemoqratik weke ên Rojava li ser wan tetbîq bike û aliyê dî jî dixwaze wan ji tund û tijiya rêkxistinê xilasbike. 

Daxwazname berî hertiştî rexnê li tundiya dewletê a ku li dijî welatiyên xwe bi kar tînê û ruxandina bajaren a bi çekên giran û li “qirqirina biqesd û plankirî a di radeyeke giran” de digre. Aqedemîk dema ku rexnê li dewletê bi wî awayî tênin rastiya ku rêkxistineke çekdar di bajaran de li hemberî dewletê radibe pişt gûhdike û serhildanê weke mafekî radestî wa dike. Dema ku tiştekî wiha hebê wê helbet  dewlet jî ê li cihê xwe çarmêrkî runenê. Bi kurtasî aqedemîkên ku ew daxwazname imzakirine nexwestine ku di wê ruxandin û kuştinan de destên herdû hêlan bibênin. Dema ku em îmzakeran dimeyzênin axlebê wan ji derdorên çepgir tên.  Wê yekê hiştiye ku daxwezname weke bûltena  rexwistineke çepgirî a derîyasayî dirûv bigre. Dema ku mirov bawerîyê bi tiştekî an bi ideolojîyêkê têne ne hesani ye ku ew bi timamî şiddetê( di metna kurdi de tundî derbasdibe) redbikin û rexnebikin. Weke her tiştî îdeolojî jî teolojiyeke pîroz li dora xwe avadike. Ew jî weke hemû tiştên pîroz(her çiqasî tê de bawerîya bi axretê tune be jî) ji bo nîrxên xweyî giranbiha ji layendarên xwe fedekarîyekê dixwaze. Ew fedakariyeke wiha ye ku layengir ê piştî mirinê jibo fedakariya xwe weke lahengekî kesnedîtî ê werê pesinandin û bi wî awayî ê zindîkirin. Sed mixabin, daxwaznamê gêsinê di çavên dewletê de ditiye lê ê di çavên rêkxistinê de nedîtiye. Li gorî metnê tu dibê qey li holê hêlek tenê heye û ew jî dewlet e. Û ew jî bi hincetên beredayî êrişan bi çekên giran dibe ser bajaran û nişteciyên wan jî mecbûrî koçberîyê dike. Dema ku em gaveke dî bi pêş de herin em karin bibêjin ku daxwazname bi korbûneke ideolojîk hatiye nivîsîn. Lewra bi qasî hezkirinê nefrîn ji dibê sebeba korbûnê. Û ji xwe angajebûna ideolojîk jî tiştekî wiha ye. Ji xwe navê wê yekê di literatura çepgir de weke şiddeta şoreşgerî hatiye binavkirin û teorîzekirin. Li gorî min dema ku milîtanên rêkxistinekê qaşo ji bo azadiya gelê xwe bomba di qorzîyên xanîyên xelkê de diçênin û dibine ser sebaba mexdurîyet û koçberîyê wan divê ew yek bi tu new’an nehatibana veşartin. Ew xendeq û ew teqemenîyên ku di logar û  barîyeran de hatine bi cihkirin  xwezya di metnê de cihê xwe dîtibana. Tiştekî wiha hebana wê nehewceyî wêqa totirnê bana û wê ew daxwazname ji hêla gelek hêlan ve hatibana parastin. 

Weke encamê em karin wê yekê bibêjin ku diva bû aqedemîsyan weke rewşenbîrên organîk tev negerin. Û diva bû hem xwe ji desthilatdarîya maqro û hem jî ji ya mîqro bi awayekî rexnegir dûr bigrin. Karîbûn di çerçoveyeke wiha de misyoneke erênî li xwe barbikin û bi lêkolîn û zanîyariyên xwe rê li ber her du hêlan vekin. Lê sed mixabin…

Yorum Yaz