matesis
dedas

Nexweş…

Nexweş…
Bölgenin ilk uzman doktorlarından Op. Dr. İbrahim Yıldırım (Bro Omerî) anısına... 
 
Nexweş…
Nexweşa me nûz nûz dikir… 
Digot; zingînî ji guhê min te… 
Ez ji ber guhê xwe debar nakim. Mêrko ma tu çima min nabe ser textoran? Ma qîmetê min li ba te nema ye? Pirs bi duv hevdu de dihatin.
Mêrê wêna bezar mabû…
Bi saloxan xanî bi ser xaltika Hefso de ketibû. Ji wê rojê û wir de aramî di mala wana de nebû. Xaltika Hefso bahwer dikir ku qilçixek ketiye guhê wêna. Ji ber wilo hergav dikir nale nal. Li halê xwe digiriya. Nifir dikirin. Gazin ji derdora xwe dikir. Nûz nûza wêna ne tenê di malê de lê belê li hemû gund belav bibû. 
Zinginîya guhê xaltika Hefso bibû pirsgirêkek civatî…
Textorên heremî jî tu derman ji zingînîya guhê xaltîka Hefso re neditibûn. Feqîran di vî warî de neçar mabûn. Kesî nizabû bê nexweşîya xaltika Hefso çî ye. Hilbet gava ku textor nexweşiyê nasnake, wê gavê çareşeriya nexweşiyê jî nabe. Zanabûna textorên heremî têra ku zingînîya guhê xaltika Hefso fêrbibin nedikir!
Wêna jî digot; qede bi vê dinyayê bikeve! Kesekî ku nexweşîya min fêm bike li vê dinyayê tune ye. Dilê xwe bi melûlî bi xwe dişewitand…
Ji xwe re digot; ma min çi suç li miqabili Xwedê Teala kiribû gelo?..
Rojeke xebereke xweş ji xaltika Hefso re hat; Brahîmê Kurê Evdelê Sileman textorî li Stanbolê dixwend. Brahîm ji bavikên axayên Omeriya, ji malbata Mihemed Cizîrî bû. Cara pêşî li heremê xortekî Omerî diçû dibistana bilind û wê biba textor! Gelek dost û merivan kêfa xwe ji vê bûyerê tianîn. 
Bi dilgermî digotin;
-Va wê textor jî ji me derkevin. Ma kî dikare bibêje Kurd nezanin lo?
Brahîmê Evdelê Silêman gava ku diçû dibistanê li Stanbolê bû û havînan jî dihate welatê xwe. Di dema havinê de ew li gelek gundên Omeriya digeriya. Serdana dost û hevalan dikir. Eşirê Omeriya ji xwe bav û kalên wîna baş nas dikirin. 
Ji ber xwendina wîna Gelê Omeriya payeke gelek bilind didan Brahîm. Brahîm biçûya kuderê qedir û qîmet pergî wina dibû. Mirovan pesnê wîna didan.
Omeriya jê re digotin; bav û kalên we bi darê tifingê meznahî li eşirê dikirin. Hûnê ji bi zanabûna xwe rê pêş me bikin. Ma ne wilo ye?
Pişti ku Brahîm dest bi xwendina textoriye kiribû, gelek tişt hatibûn guhertin. 
Li herema Omeriya tiriyê xweş hergav behra wî bû, goştê xweş dibû nesibê wîna, gelekan dixwestin Brahîm bikin zavê xwe, pesindan bibû hevalî wî… 
Wî jî bê westan alikariya nexweşan dikir û pê re jî navê wîna weke textorê textoran belav dibû. Brahîm di wextekî kurt de bibû textoreke efsanewî di herema Omeriya de.
Gelek caran ez û Brahîm li newala Qurdisê û li Kurika Mala Çeto em diketin avê û me masî digirtin. Di gola Heciyan de, di gola Xanka de me gelek wext bi hevdu derbas dikir. Brahîm di avjenîyê û nêçira masiyan de gelekî jêhati bû. Masiyên ku me digirtin dîya min êvara ji mere çêdikir. Lê dîya min û çêkirina masiyan gelekî li hevdu nedikirin.
Brahim hergav ji dîya min re digot;
-Jinxalê! Mirov masiyan aha wilo çêdike. Hergav rê nîşanî diya min dikir…
Brahîm bi sêzdeh salan ji min mestir bû. Lê dîsa jî di nava malbatê de gelekî hej min dikir. Ez nizanim ne xal û xwarzetî bû, ne pismamtî bû û ne jî tiştekî din bû…
Em çima dura herdu bûne nivîskar û me êş û jana gelê xwe anî ziman, ez vê yekê ji baş nizanim. Ma hema hemû tişt wilo jiberxwe ve çêdibû gelo? 
Gelo tiştên ku me berbi hevdu de dikişand, hejkirina me gur dikir, ew cewher bû? 
Ez nizanim…
Weke min got gava ku Brahîm dihate welatê xwe gelek mirovan serdana wîna dikirin. Nexweş, kor, tavî, bavî, çi nexweşên ku li heremê pêde dibûn dihatin ber destê textor Brahîm…
Carna Brahîm dibû textorê heywanan. Ma ne textorî çilobana jî textorî bûn lo! Çi cudabûn dinavbêna textoriya mirov û heywanan de hebû? Li gora bahweriya gel tu cudabûn tunebû!
Nexweş her nexweşbûn! Nexweşî jî her nexweşî bû!
Xaltika Hefso ji yek ji wan nexwşan bû. Rebena Hefso gelek eş ji ber zingîniya guhê xwe kişandibû. Gava ku pêhisîya bû ku textor Brahîm hatiyê Serê Kanîya Omeriya, bi careke re Hefso û mêrê xwe, xwe kar kiribûn û serdana textor Brahîm kiribûn.
Cara yekemin Textor Brahîm tiştekî di guhê xaltika Hefso de nedîtibû…
Lê xaltika Hefso bi vê bersivê wîna têr nebibû. Şik pê re hebû. 
Disa nûz nûze dikir…
Havina piştî vê buyerê Brahîm weke hergav dîsa hatibû Serê Kanî ye. Dîsa xaltika Hefso û mêre xwe hatibûn serdana wîna.
Vê carê Textor Brahîm taktîk guherandibû. Brahîm baş fêmkiribû ku nexweşiya xaltika Hefso ne fizikî bû. Nexweşiya xaltika Hefso psîkolojîk bû. 
Taktîk jî li gora vê rastîyê divabû bimeşiya…
Gava ku textor Brahîm alevên xwe danîn derdora xwe ji min re got; here zerikek av werin e. Min ji gotina wîna nekir dido; ez çûm min zerikêk av anî. 
Dûra textor Brahîm di guhê min de got; here qilçixekî jî werin e.
Min ev xwestin jî bicîh anî.
Textor Brahîm nexweşe xwe û zilamê wêna derxistin hêwanê. Ez ji bi wana re bûn. Textor destpêkir bi alavên xwe guhê xaltika Hefso tev da. Carna pif guhê wêna dikir. Di ber xwe de digot; weke ku tiştek di guhê de heye!
Xaltika Hefso textor dibersivand; ma min ji were nedigot qilçixek di guhê min de heye! Kesî ji min bahwer nedikir bavo! Xwedê ji te û bavê te razî be textor!
Di nava gotubêjan de textor çav li min kir. Me jî berê li hevdu kiribû. Gava ku textor îşaretê bide min, ezê zerika avê bînim nêzika guhê xaltika Hefso. Bi îşareta dawî re minê qilçix biavêta nava zerika avê. 
Qewle me wilo bû…
Ez amade bûm…
Textor Brahîm gotubêjên xwe bi nexweş re germtir kirin… 
Carna henek lê dikirin… 
Carna pê şa dibû… 
Carna dilê nexweşê xwe xweş dikir…
Di vê navê re bê şik got; hindik maye, wextî derkeve… 
Waye serê qilçix xuya dike…
İşareta dawî ji min re kir û min jî qilçix xistê nava zerika avê û min da ber gûhe xaltika Hafso.
Aha vaye derket got textor Brahîm! 
Ma te dît xaltika Hefso! 
Bê çi qilçixekî mezine kuro!
Xaltika Hefso qilçixe ku min ji derve anîbû di nava zerika avê de dît û keniya…
Qilçixê ku min ji ber nûz nûz dikir bê çi mezine kuro! Got xaltika Hefso.
Kesikî jî ji min bahwer nedikir. Ez li derewan diqelibandim…
Wey rehma Xwedê li dê û bavê te be! Ji nûha de tu dibêje qey zingînîya guhê min kêm bû lawo!..
Bi Elah Wekil te ez rehet kirim got xaltika Hefso! Gotinên wêna ji kezebe bûn.
Textor Brahîm dibin çava re li min di nerî û dixwest bibêje; min tu rehet kir û kurê xalê min ji alikariya min kir?..
Ji wê rojê û vir de min fêm kir ku nexweşî ne tenê fizîkî ne. Bi qasî nexweşiyên fizîkî nexweşên psîkolojik jî hebûn.
Textor ew bû ku wan nexweşiyan ji hevdu cuda bike.
Textor Brahîm, ango Bro Omerî hîna gava ku şagirtî bû, zanibû ku dew birayê mast e…
Dura jî gava ku dest bi niviskariyê kir, dîsa zanibû ku welatparezîya Kurdî bê zimanê Kurdî nedibû. Welatparezî û ziman birayên hevdu bûn. Her tişt eşkere bû, her tişt zelal bû. Divabû ji nezanan re bihata dubarakirin. 
Yek ji mercên welatpareziya Kurdî, nivisandina bi Kurdî bû. Ma wê Kurdan bi zimanê dagirkeran welatê xwe îdare kiribana, wê bi zimanê dagirkeran perwerde bibûna, wê sîyaset bi zimanê dagirkeran bimeşandina? Em dizanin ku ji şeliman peqlawe çenedibû! Ma wê gavê wateya welatperweriyê dikete çi halî gelo?
Bersiva wan pirsan ji bona textor Brahîm gelekî zelal bû.
Ji ber wan taybetmendiyên xwe textor Brahîm, ango Bro Omerî ji bona min hergav Kurdekî îdeal bû.
Ew hergav di bîra min de ye û rê nîşanî min dide! 
Rehma Xwede lê be! 

Yorum Yaz