matesis
dedas

Rewşenbîr

Rewşenbîr

Serê gotinê binê gotinê li ser rewşenbîran raman têne pêşkêşkirin. Her kes rewşenbîran li gora xwe xeyal dike, kirasekî ji wana re didirû û rolekê ji wana re pêde dike. Hemû kesên zane û nezan şîretan li rewşenbîran dikin lê bi rastî civata me ji rewşenbîran çi dixwaze, ez hîna jî baş tênegîhiştime. Rewşenbîr zêde nayêne hezkirin. Mirovên ku ji bekêriya xwe aciz bûne, kerbê xwe di serê rewşenbîran re derdixin! Kî behna wîna teng dibe, xwe li rewşenbîran vala dike. Rewşenbîr bûne weke pepûka ku mirov li ser bixwîne… 

Niqaşên li ser rewşenbîran û rewşenbîrtîyê bûne weke pitpita ser tenûran. Kî çi dibêje bila bibêje lê belê di gelek raman û gotinên ku têne pêşkirin de, pîvan tûne ne. Qor feleqî nîşan tê girtin. Di vê mijarê de biserûberbûn heye. Mohra ku li ser nameya ku ji bona rewşenbîran hatiye nivîsandin, baş ne zelal e û nayê xwendin…

Di vê mijarê de normên exlaqî û rêgezên bingehîn gelekî kêm in. Rojane dîtin li ser rol û pêwendiyên rewşenbîran û pêwendiyên wana bi tevgerên sîyasî re têne guhertin. Daxwazîyên tevgerên sîyasî gelek caran di derheqa rewşenbîran de ne zêde zelal in. Gelek caran rewşenbîr jî nizanin bi çi ji tevgerên sîyasî dixwazin. Di vî warî de dîyalogên me ne zêde afirînerin. Em di cîhê xwe de dihejmêrin û weke pisîka ku li derdora kezebê here û were, em diçin û tên. Xitimandinekî ramanî heye.

Ez gotinê zêde li hevdû nazivirînim û rastarasta dibêjim; Sîyasetmedarên Kurdan heta nûha bi ya rewşenbîran qet nekirine, li wana baş guhdarî nekirine, ramanên wana baş neşopandine, cîhekî bi rûmet nedane wana.  Rewşenbîran jî pratîkek ku mirov pê şahnazîyê bike, dernexistine holê. Tenê gava ku rewşenbîr diçe ser dilovanîya xwe, rewşenbîr dibe bi qedîr û qîmet! Civata Kurdan weke tê zanîn zêde hez ji mirîyan dikin. Ango tevgerên sîyasi jî hez ji rewşenbîrên mirî dikin! Ji ber ku rewşenbîrên mirî nikarin rexneyan bigirin. Ew bê deng in! Di cîvata Kurdan de rewşenbîrê helî bi rûmet û payebilind, rewşenbîrên mirîne! Hûn dikarin ji kerema xwe re navê yekî ku saxe ji min re bibêjin gelo?

Ji ber wilo jî tevgera Kurdan pirsgirêkên rewşenbirtiyê hîna jî baş niqaş nekiriye. Sazîyên ku bi navê rewşenbîrtîye tevger dikin, baskê wana şikestîne, dengê wana zêde dernakeve. Li bendî sîyasetmedarane ku rolekî ji wana re bitefsilîne. Tevgera sîyasî, heta nûha tenê weke alavekî sîyasî nêzikî rewşenbîran bûye. Ne weke mirovên ku berheman diafirînin, ne weke mirovên ku xwedî hest û ramanin, ne weke mirovên ku xwedî helwestin, ne weke mirovên ku xwedîyê kedê ne. Gelek caran rewşenbîran mafên sîyasetmedaran parastine lê min nebihîstiye ku siyasetmedarên me mafên rewşenbîran, bêşik û bi dengekî bilind parastibin. Tahl be jî rastiya me ev e. 

Civata Kurdan heta nûha gûhdaye siyasetmedaran, gûhdaye mirovên xwedî desthilatdarî. Lê tevgerên sîyasî bi tevahî, heta nûha gûhnedane rewşenbîran. Şaredarek an parlamenterek ji nivîskarekî an jî rojnamêvanekî an jî ji hunermendekî an jî zimanzanekî bêtir xwedî rûmet û derfet e! Ev hilbet hinekî sûce rewşenbîran ne jî! Ma nivîskar û hunermend divê çend dengan bistînin ji bona ku bibin niviskar û hunermend? Hemû kes dizane ku hewcedarî bi vê yekê tuneye! Ma ne wilo ye?

Ez di vê mijarê de heta nûha bûme dîtyare gelek serpehatî û pêwendiyan. Yek jê bi kurtî ev e, Berîya çend salan li bajarê Stockholmê sîyasetmedarekî payebilind ji min re digot; rewşenbîr divê xwe bikin paspas (cilikê ber derî) ji bona xelkê xwe! Di rastîya xwe de sîyasetmedarê me yê payebilind dixwest bibêje; divê rewşenbîr xwe ji min re bikin paspas! Yan na ew ne rewşenbîr bûn! Gelekan wilo kirin lê feleka wana tewşo mewşo zivirî… Him ji camîyê û him jî ji dêrê qût bûn! Hîna ji bi ser xwe nehatine…

Em hemû dizanin ku rewşenbirên ku dixwazin xelkê ji xwe re bikin pappas hene. Siyasetmedarên ku xelkê ji xwe re dikin paspas jî hene. Ev yeka hanê jî tê zanîn. Lê rastî û bedewbûn ew ê ku, em paspasan ji holê rakin! Ma ne wilo ye? Em tucaran naxwazin ku tu mirovên me bibin paspas! Ji ber ku paspas alavek e lê rewşenbîr mirovek e, xwedî hest û raman e.

Ez di vê mijarê de wilo dibêjim; Heta ku Kurdistan bindest be, divê rewşenbîr rizgarîya welêt biparezin û yekîtîya netewî derxînin pêş. Divê rewşenbîr aştîya navxweyî û rêgezên guftûgoyan biparezin, gava ku tevgerên sîyasî bi hevdû re şer kirin an jî nakokîyên biçûçik û berjewendiyên rêxistina xwe zêde derxistin pêş, wê gavê divê mirovên rewşenbîr li dijî vê yekê rawest e. Gava ku Kurdan çek li hevdû rastkirin, mirovên ku ji vê yekê re li çepikan bixîne, ew qet nabe rewşenbîrê netewaya xwe! Ew incex karibe bibe delelî û şabaşkarê  sîyaseteke xûyayî! 

Ramanên ku siyasetmedar û rewşenbîran bêşik dikare bîne cem hevdu, ev rastîya hanê ye: Divê rewşenbîr doza ziman û netewa xwe ji xwe re bikin rêber. Helwest netewî be, civakî be û gerdûnî be. Di raman û hestên xwe de rewşenbîr divê vê yekê biserifînin. Di vê rastiyê de berjewendiya netewa me heye, azadiya welatê me heye û rûmeta gelê me heye. Li ser vî bingehî incex em dikarin yekîtîya netewî avabikin… 

Yorum Yaz