tatlidede

Saziya Zimanê Kurdî.

Saziya Zimanê Kurdî.

Her zimanêkî ku îro li dinyayê heye û xwediyê statuyekê ye, begûman ev ziman xwediyê saziyeke fermî ye jî. Ev sazî li gora huquqeke dîyarkiri tê damezrandin û erka xwe jî taybetmendiya xwe werdigire. Sazıya ziman ji bona hemû kesên ku wî zimanî bikartînin berhem û pîvanên zimanî diafirine.

Li welatên Ewrupa ev sazî beriya sedsalan hatiye damezrandin. Sazî bi destê dewletê hatine avakirin. Hilbet fermîbûna saziya ziman him hewcedariyeke û him jî ziman dike xwedî huquq û otorite. Gava ku saziya fermî li ser pîvan, pısporî, norm û zanebûna ziman, kultur, edebiyat û hünerî ava dibe, gava pêvajoya tayînkirina endaman eşkere be, endamê saziyê li gora pîvanên akademik û jêhatbûneke dîyarkirî û şênber bên neqandin. Ev sazî wê gavê dibe meşrû. Ziman bi saziya xwe jî gav bi gav standart dibe, ji hêla hemû endamên civakê tê pejirandin, dibe otorite û cihe xwe di civakê de kıfş dike. Mirov vê saziyê di her warî de dibine, dibe çavderê saziye û xebata wê ji dişopîne.

Di avakirina saziya zimanê Kurdî de hilbet alternatifeke li derveyî dewletê jî dikare were sazkirin. Ev alternatif jı dikare bi hemû şax û perên xwe ve bibe civaka sivîl û saziya ziman damezrîne lê di vir de arîşeyên meşrubûnê û otoritê jî wê gave derkevin holê… Ji ber ku Bakurê Welat me ne li gora qanûnên Kurdan bireve diçe, qanûnên dagirkeri li vir serwer in… Ma partiyên siyasî ji ne li gora van qanûnan tên damezrandin?… Em dizanin ku karûbarên ku derveyî qanûnan dimeşin jî mijareke cüda ye….

Belê, di nava Kurdên Bakur de heta nûha hınek saziyan xwestin ku xwe weke saziya zimanê Kurdî îlan bikin. Lê ev helwest baş biserneket. Ji ber ku ev enstıtu, komel, weqf ku xwe weke saziyên ziman û otorite binav dikirin, dinava civaka Kurdan de weke saziyên partiyeke siyasî dihatin nirxandin. Her çiqase van saziyan kar in baş kiribin jı, ew di warê xwe de hinekî teng man û îmaja siyasî herdem dikete pêşıya xebata wana. Mirov dikare bihêsanî bibêje ku van saziyan jî di vî warî de baş alikariya vê îmaje kirin û xwe ji êrişên derve baş nikaribûn biparastina…

Nûha di nava Kurdên Bakur de xebateke pêvajoya ziman ya nûh destpêkiriye. Ev tevger him ji aliyên siyasî û him jî aliyên civaka sivîl de bergî pêşewaziyeke bi rûmet dibe. Hemû beşên civaka me bi dilekî germ bixêrhatina vê rewşa nu dikin û gelek dîtin û hêviyên xwe tînin ziman. Xuyaye ku piştî avakirna Platforma

Zimanê Kurdî, Kurdên Bakur îro ji nû de qala hışmendî û giringiya zimanê Kurdî dikin. Di vê mijarê de qala hevbeşiya civaka Kurdan dikin. Dixwazin ji şaşîyên ku di derbasbûna xwe de kirine, derz bigirin û şaşîyên ku berê hatine kirin jî dubara nekin.

Di vê rewşê de ya helî baş bi raya min ev e; Divê Kurdên Bakur bi yek dengî doza damezrandina Sazîya Zimanê Kurdî ji dewletê bixwazin. Bila dewlet saziya zimanê Kurdî bi fermî damezrîne. Zimanê Tırkî xwediye kîjan derfetên madî û manewî be, divê zimanê Kurdî ji bibe xwediyê heman derfetan. Çawa saziya zimanê Tirkî heye û dewlet vê saziya her sal ji budça salê derfetan jê re terxan dike, divê em Kurd ji doza wekheviya Zimanê Kurdî û Tırkî bikin. Ev mafeke maqûl e û hemû civaka Kurdan jî girêdide û bi vê rêyê re jî zimanê Kurdî dibe xwedîye statuyeke fermî.

Gava ku ev saziya ziman ji hêla dewletê ve were damezrandin wê hemû Kurd otorîta vê saziyê qebul bikin. Kurdên ku xwe nêzikî siyaseta dewletê dibinin jî heta nûha saziyên ku siyaseta Kurdan damezrandinê qebûl nekirine, ji wana reviyan e, gelek kes tirsîyan e, ev sazi weke beşek ji siyasetê nirxandine. Ma heta nûha Zanıngeha Mêrdin, Çewlik, Muş ya beşê ziman û kultura Kurdî ne ji aliye dewletê de hatine damezrandin? Ma derfetên me çêbûn ku em alternatifa wan saziyan ava bikin? TRT Kurdî dîsa xebata dewletê bû. Ma zimanê perwerdê bi Kurdî dîsa ne wê di dibistanên dewletê de destpêbike? Ma dîsa li dadgehan em ne doza zimanê Kurdî dikin? Dîsa di xebatên olî de em doza zimanê xwe dikin. Ma ne Kurd dixwazin di parlamento de jî temsil bibin? Ma parlamento ya kê ye? Ma em bacê nadin vê dewlet e? Ûhw…

Di rewşa îro de di pirsa ziman de çareseriya helî baş ev e!

Gava ku sazi bi wan rêbazan were damezrandin wê gavê hemû Kurd otorita wê vê saziye qebul dikin. Û kurd ji wê bi vê rıyê bibin xwediyê sazîyeke hevbeş.

Ez bangî hemû Kurdên xwedî berpirsyarî dikim; ji bona saziya zimanê Kurdî paleyê bikin, her kes di warê xwe de vê pirse bîne rojeva siyasetê, vê yekê ji rayadaran bixwazin, ji rewşenbiran bixwazin, ji oldaran bixwazin, ji dewlemendan bixwazin, ji parlamenteran bixwazin, belê, ji her kesî bixwazin…

Ji ber ku zimanê Kurdî nasnama hemû Kurdan e û taca serê me ye!

Yorumlar

Image
Selami eser
11.03.2019 / 18:12

Biz birşeyler yapmak yenilerini eklemek yerine olanı da tahkir eden bir toplumuz maalesef.

Yorum Yaz