matesis
dedas

Sêwî man wek awazek çilmisî

Sêwî man wek awazek çilmisî
Mirin û trajediya mirovî hertim bala min kişandiye. Li gorî min gelek helbestên hêja berhemên vê yekê ne û di encama rewşeke trajîk de hatine nivîsandîn. Şair weke mirovên dilziz û xemxwar biqasî şahî û kêfxweşîyê dibin bandora şîn û rewşên trajîk de jî dimînin. Weke yekî ku çend firdik nivîsandine ez karim bibêjim ku heta niha bêtir tiştên trajîk ez ber bi xwe ve kişandime. Lewra tiştên ku ez baş pêdizanim ew e ku cawê hunermendiyê bi hezn û xemgîniyê hatiye hûnandin û ristin. 

Mirov çawa ji diya xwe dibe wiha jî dibin tesîra dorhêlê de dimîne. Berhamdar wek hemû mirovan ji tiştên ku li dor diqewimin tesîreke ya êrênî yan jî neyênî werdigre. Ew bandora derveyî ya dihêle ku mirov biqahire û dilzîzbibe û ya jî  dihêle ku kêfxweş bibe. Heta niha min li ser gelek şexsan helbest  nivîsandin. Hinik ji wan heval û nasê min bûn. Hinek ji wan jî ji xwe ne bi rêka berhemên wan û medyayê bana haye ku hayê min qet ji wan çênedibû. Ji xwe jibo têkilî û nasina nivîskarekî anjî helbestvanekî nehewceye ku mirov wana rû bi rû nasbike. Ji xwe tiştekî wiha heye ku li heyatê qet nebe nesibê yekî jî. Recheal Corrier, Sabah Kara, Ehmed Huseynî, M. Yücel, Furqan Doxan û Nazîr Akalin hinik ji wan kesên ku min li ser wan nivîsandîye.  Gelo çima min payeke bilind dabû wan û min ihtiyaç dîtibû ku li ser wan binivîsim? Ez niha difikirim ku ew kesên ku min li ser wan nivîsandîye kêm zêde hemû xwedî trajedîyekê ne. 

Beri niha bi çendekê em du sê heval li kîtap kafeyekê hatibûne cem hev. Niza çawa çê bû helbestvan Nazir Akalın bû mijara sohbeta me. Nazîr Akalın helbestvanekî bi eslê xwe ji Erzirumê bû. Yekî ji wan hevalan Nazîr hê ji zanîngehê ve nasdikir. Dema ku min ji hevalê xwe re got min helbestek bi Kurmancî piştî mirina wî a trajîk li serê nivîsandiye, tiştê ku pêşî hate bîra wî bi dengekî bilind zikirand û got: Gelo Nazîr sax bana wê helbesteke kurdî ku ji bo wî hatiye nivîsandin ê çawa nirxandibana? Dema ku dît ma’dê min qulipî û ez hinekî ponijîm,  têgihişt û xwest ku bi wan gotinan li ber dilê min bigere:
- Te ji bo helbesta wî,  ne ji bo şexsê wî nivîsandîye. Zêde li ber nekeve.
Heta wê se’etê min ew bi nasnemeyeke dî naskiribû. Divê pêşin werê gotin ku ji hêla şa’irtiya xwe ve ne yekî xerab e.  Bi rastî jî dema ku tu helbesta wî dixwene jibil êş û janên coğrafyaya îslamê û mirovahiyê tu tu motif û hêmayên dî tê de nayê dîtin. Hele hele qet tu nîşaneyên Tirkîtîyê li dor helbesta wî xwuya nabe. Dema ku li heyatê bû weke şexsekî ku li Erzirumê hatiye dinyayê heye ku hestên Tirkîtîyê li dorê pêde jî bûbîn. Min ji gotinên heval tiştekî wiha fêmdikir. Ma birastî jî wê tiştekî wiha li dorê pêde bûbe gelo? Na na wê nerest bana. Min bi wî awayî li ber dilê xwe de lê ez zêde bi serneketim. Min ne dixwest bi wî awayî bifikrim. Lewra a rastî ew bû ku wê yekê qet xwe li helbesta wî neveda bû. Ji ber wê yekê naxwazim tu neheqîyê lê bikim. 

Dema li heyatê bû tu têkilya min ne pê re û ne jî bi helbesta wî re çêbû. Piştî mirina wî a trajîk(hinik dibêjin trên lê qelibî û hinek jî dibêjin wî xwe avêti bû berê)  bala min kişand û min dest bi xwendina helbestên wî kir. Têkiliya min bi helbesta wî re bi pirtûka wî a Gerilla Türküleri/ Stranên Gêrîlla  (1993) destpêkir. Ji helbestên wî, dilzîzî û xemgînîyeke kûr difurîya. Digel êş û janên coğrafyayakê mirov bi hezn û kesera şexsekî jî serwext dibû. Belkî jî ji naveroka helbesta wî bêtir, tiştên ku di pêvajoya 28 ê sibatê de hatibûne serê wî(lewra di heman pêvajoyê de ji karê xwe ê zankoyê hati bû dûrxistin û weke betal û bêpere digel pitikeke nûzayî û hermetekê bi serê xwe ma bû) û mirina wî a kambax hiştibû ku ez li serê bi nivîsim. Û min bi wan hestên dilşewat helbesta xwe a bi navê “Sêwî man wek awazek çilmisî” nivîsand û niha nayê bîra min bê di kîjan hejmara Nûbiharê de hatibû weşandin. 

Ma gelo bi rastî jî divê weke Kekê Mahmûd (Yavuz)  bifikirim û zêde li berê nekevim? Ez hêjî bi wê yekê baş nizanim. Tiştên ku ez pê dizanim dema ku min ew helbest nivîsand Nazîr di çavê min de weke ‘ezîzekî bû. Ez zanim wê ne di cih debe. Lê disa jî ê ku ew helbestên ku sînorên nijadperestî û neteweperestîye derbasdikin nivîsandine,ez dibe ku aniha li heyatê bana heye ku fikrên xwe ê bi wî awayî guharandibana. Lewra fikirandin, têgihiştin û guharîn parçayek ji jiyana mirov bi xwe ye. Dîsa jî Allah û ‘elem. A rastî ew e dive meriv bahsa mirîyan bi başiyê bike  û rahma Xwedê li wan werêne. Fermo ha ji we re helbest:

    sêwî man wek awazek çilmisî 
                                            ji bo Nazir Akalin       
            1             
            Hespên rehwan di hêmayên te de
                                                  dişemitîn
            Û şox û şengek ji dilzarokiya te diwelidî
            Û tu  
                  di xwelîdanka 
                                            evînekê de
            Mîna derweşekî 
                          bê cil û berg dimayî
            Û me nedizanî bê çima  
            Tu bi ser me de
            Hertim 
                 jı dergehan  
                                 destevale divegerî.
          

              2
            Ji stranên teyi gerîla 
            me sîmyayeke ku xwîn te de ditewırî 
                                                  diparzinand.
            Lê te bi halan û qîrinan 
                                dikurkusand
           serdemeke ku serî li ber me wundayî.
            Tu buyî 
                        tu dı buyî
            Dilşewatê zarokên ku bi sedaran ve
                                                   dihilperikîn
           

           3
           Hemayên ku berê me bi kuçeyan ve lêdidan
                                               ji te bi şûnde man
           bi dara serfîraziyê ve daçikayî
           Û em di olana bangawazîya te de
            man  
               sêwî;
                       wek 
                              awazek 
                                         çilmisî.
                                      





























Yorum Yaz