tatlidede

Toltaji

Toltaji

Di folklora Kurdî de gelek gotin û pênasî hene ku li ber jibîrakirinê ne. Gelek mirovê Kurd bûne bîyaniyê kultur û folklora xwe. 

Hişmendiya wana gelekî qels e. Ji ber ku niviskar, rewşenbîr, rojnamevan û hunermend, gotin û pênasîyên folklorîk di berhemên xwe de bikarnayînin, em eşkere dibînin ku valahîyeke kulturî û zimanî derdike holê. Zimanê berhemên nivîskî gelek caran çêkiriye. Zûwa ye, tam têde tune ye. Tenê nivîskar û çend rewşenbîr ji vî zimanî fêm dikin. Ji xwe gava ku gotin û pênasî rojane neyêne bikaranin, ew mîrate berbi windabûnê jî diçe. Wê gavê ziman jar dibe, raman lawaz dimînin, hevok diqûrmiçin û kûranî ji me bidûrdikeve. Danûstandinên kulturî û sosyal di gelek waran de di sere dimînin. Şûtik dibin. Silûk dibin. Bêwate dibin. Ziman ji dîmenên şênber berbi dîmenên rêzber de tê vegûheztin û dibe formalîst. Wê gavê ziman hest û ramanên mirova baş îfade nake û ji tevgirêdanên mirovahî jî tê şûştin…

Ez van dîtin û ramanan ji bona vê yeke dibêjim; divê em li zimanê gelê xwe vegerin, mîrata xwe ya kulturî û folklorî jî baş nasbikin. Gotin û bêjêyên veşartî em derxin ser rûwê erdê. Heger em nikaribin vê kevneşopiyê bi zimanekî zanyarî re bênder bikin, tirsa min ew e ku herk û dînamîzma zimanê me têk here…
Wê gavê heyf e…
Ji bona mînak; gotina toltajî hergav bala min gelekî kişandiye. Ez li ser vê gotinê hûr û kûr bûn. Min bihêsanî dit ku bêjeyekî gelekî watedar di vê gotinê veşartiye. Him rastî û him jî sembolîzmeke dewlemend di vê gotinê de heye…
Belê. Hûn dizanin ku tajî ji nêçîrvanekî re gelekî giring e. Nêçîrvanên ku hejxwedikin xwedî tajî ne. Ev tajî karê nêçirvan hêsanî dike. Nêçîrvan û tajî destbirakên hevdu ne. Bi kurtî nêçîr bê tajîyan hinekî nivco dimîne. Ji xwe gotina tajî nêçîrê tine bîra mirovan. Heta mirov dikare bibêje ku tajî xemla nêçirê ye, nêçîrê kamil dike, estetîze dike…
Dîsa hûn dizanin ku li welatê me kûçikên şivanan hene. Ev kûçik di baran û berfê de, di şev û rojê de nehtoriya heywana dikin. Malan û gûndan diparezin. Heta ku ji wana be nehêlin ku heywan zirarê ji tahlûkên derve bibînin. Keftar, gûr, vavîk, rovî ji wana ditirsin. Ev kûçik hergav şîyarin, pêjna wana gelekî xurt e. Bi xof in û bihêz in. Diz û heywanên hov hergav hesaban ji van kûçikan dikin. Ango kurt û kurmancî kûçikên şivanan parêzvanîyeke gelek baş ji xwediyê xwe re dikin …
Em nûha jî tajîyê ku nêçîrvaniyê û kûçikê ku parêzvaniye bînin cem hevdu. Her heywanek ji wana xwedî taybetmendiyên baş in. Di warê xwe de hoste ne, jêhati ne û bikêr tên…
Gava ku ew hatin cem hevdu, kûçik û tajî li hevdu baniyan, hevdu bêhnkirin. Xwîna wana germ bû. Tolazî kirin, hevdu alestin, ajotina wana ya seksî zora wana bir û bi hevdu şa bûn. Kûçik xwe avêt ser tajî. Tajî ji vê yekê gon xwar û bû ducanî…
Di encam de ji tolazîya kûçik û tajî, ji pêwendiyên wana yê seksî toltajî çêdibe. Li cem toltajî ne taybetmendiyên tajîyan hene û jî yê kûçikên şivanan hene! Herdu taybetmendî ji jî toltajî bidûrketine. Di bingehê xwe de toltajî bê taybetmendiyên neqandiye! Taybetmendiyên ku bikêrî mirovan bên, li cem toltajî tune ne. Hema heye û hew! Toltajî nikare neçîrê bike û nê ji dikare heywanan ji dirindeyên xwezayî biparêze! Hergav dirêjkiriye û razayîye. Hayê wîna ji derdora wîna tuneye. Tene ji xwe re dinyayek avakiriye. Kûz kûza wîna ye! Zane xwarinê bixwe, xwe veparimîne û dora xwe bilewitîne. Ewqas...
Min digotin qey tenê li dinyaya heywanan toltajî hebûn! Lê min derdora xwe temaşê kir ku di nava mirovan de jî toltajî gelek hene! Taybetmendiyên ku bikêri civata me werin li ba wana tunebûn. Bi navê rewşenbîr, hunermend û sîyasetmaderan diaxivîn lê tu taybetmendiyên rewşenbîran, hunermendan û sîyasetmedaran li cem wana peyde nedibûn. Di tunekirine de hergav li pêşbûn, di berheman de xuyanedikirin. Dijminê keda mirovan bûn. Di avakirinê de tunebûn, di xerabkirinê de gelekî jêhatibûn. Di çalakî û xebatan de tunebûn lê ku qeysa wana lê dihat xwe diavêtin pêşiya hemû kesan û kedxwûrî dikirin. Yên ku xesîm û nezanbûn bahwerdikirin ku hemû
nirxên welatê me dibin mohra wana re derbas bûbûn!
Veca ez di rastîya xwe de ji toltajîyan ne gelekî acizbûn. Yên ku ez gelekî ji wana acîz bûn mirovên weke toltajîyan bûn! Ew jî li derdora me zehfbûn. Bikêrî şêlileh nedihatin lê weke toltajîyan jî, xwe di hemû tevgirêdanan de derdixistin pêş û çawê xwe li kûrtêlan digerandin. Hertim çaw birçîbûn. Hesûd û fesadbûn. Kar û barên wana paşgotinî û fitneyî bû. Ji ber ku ew nebikêrhatibûn, dixwestin ku hemû kes bikêr neyên. Daxwaziya wana ew bû ku, civata me bibe civata nekirkêran! Taybetmendiya wana ya helî xuyayî nekirkêri bû. Di vê pirsgirêkê de digotin; bijî wekhewî! Ya na têgêhên wekhewîyê gelek dûri wana bûn û ji wan têgêhan gelek lome jî dikirin…
Ango toltajî bi xwe bêzerar bû, lê mirovên ku weke toltajîyan bûn, tade li him doza xwe û him jî li civata xwe dikirin! Ji ber wilo jî divê em vê yekê jibîranekin û li miqabilî mirovên toltajî têkoşîneke exlaqî lidarxin.
Nekirkêr bila li cîhê xwe rûnên!

Yorum Yaz