tatlidede

Zanebûna Hevbeş

Zanebûna Hevbeş

Gelek çalakiyên civakî û pişeyî zanebûneke hevbeş dixwazin. Zanebûna hevbeş her gav bingeh e. Zanebûn him referanse û him jî pêwistiyeke civakî ye. Zanebûna hevbeş li cem mirovan mirateyeke civakî pêk tîne. Mirovên ku xwediyê zanebûneke hevbeş bin, ji heman kaniyê avê vedixwin. Li ser bingehê vê zanebûnê mirov hevdu fêm dikin, hest û ramanên mirovan, helwestên mirovan nêzikî hevdu dibin. Gava ku turikê mirovan bi zanebûnên hevbeş tije be, çalakî hêsanîtir lidardikevin, raman zûtir silavê li hevdu dikin, plan û program bêtir bi ser hevdu de digindirin. Li ser himê zanebûneke hevbeş aqilekî hevbeş formata xwe digire. Zanebûna hevbeş berê mirovan, rê û rêçikên mirovan dîyar dike. Mirovên ku xwediyê zanebûneke hevbeş in dinyayê li ser vî bingehî werdigerînin, teşeyeke ji bona tecrubeyên mirovan diyar dikin. Dîtin û çalakiyên mirovan bi hevdu re xwe nû dikin û pêvajoyeke afirîner destpêdikin…
Hilbet zanebûna hevbeş di gelek waran de heye. Lê hebûna vê zanebûnê bi serê xwe wateyeke giring dernaxinê pêşberî mirovan. Wateya giring bi zanebûna hevbeş re dîyar dibe, lê ev zanebûn divê beriya her tiştî di kesayetiya mirovan de were serifandin. Zabûna hevbeş divê bibe beşek ji kesayetiya mirovan. Mirov divê bi haweyekî çalak li vê zanebûne bigerin û ji bona helwestên hevbeş vê zanebûnê bi mirovên civata xwe re parvebike. Heta divê mirovek li vê zanebûna hevbeş li seranserî dinyayê ji bigere, dîsa divê bi mirovên dinyayî re mirov vê zanebûnê bi hevdu re parvebike. Mirovê ku di welatê xwe de, di dinyayê de ji zanebûna hevbeş bêpar be, di bingehê xwe de ew li derveyî çalakîyan, ramanan, hest û helwestên netewî û civakî, an jî gelerî û çinayeti dimîne. Ango li rastê dimîne, tazî dimîne, bê paraztin û çek dimîne.
Em dikarin dîtin û mînakên xwe hîna şênbertir bikin; gava ku rojnamevanek li ser tenduristiyê an li ser ekonomîyê bixwaze gotubêjan bi sîyasetmedaran de re lidarbixîne, ma ne divê zanebûneke hevbeş hebe ku, gotubêj karibe hinek peyaman derxînê pêşberi mirovan? Gava ku ne rojnamevan û ne jî sîyasetmedar zanebûnên li ser nexweşiya sorika bizanibin û ji ber çi sedeman ew nexweşî çêdibe, ma wê çawa karibin gotubêjan lidarxinin û peyamên xwedî wate bigîhînin civat e? Gava ku rojnamevan li ser enflasyonê, li ser avakirina butçeye ne xwediyê zanebûneke hevbeş be, ma wê çilo karibe şaşî û ne şaşîyan ji hevdu cuda bike? 
Gava ku şaredarek û  karmendê xwe di derbara bajarê xwe de ne xwediyê zanebûneke hevbeş bin, ewê çawa karibîn plan, stratejî û programa çêbikin? Gava ku karsazek, mîmarek, endezyarek li ser avadankariye ne xwediyê zanebûnên hevbeş bin, ma  pêwendiyên wana wê nebin kafirkerafî! Ma ku dîrokvanek, ekonomîstek, sosyologek li ser civakê ne xwediyê zanebûnên hevbeş bin, ew ê çawa karibin zanebûna mirovan zêde bikin? Ma ku zimanzan û edebiyatvan li ser zimanên xwe ne xwediyê zanebûnên hevbeş bin, wê kî çi ji ziman û edebiyata wana fêm bikê?
Hilbet mirov dikare wan mînak û şibandinan zêde bike, dîtinên şênbertir derdixe pêş, lê rastiyeke jî heye; gava ku entelektuel di nava xwe de ne xwediyê zanebûnên hevbeş bin, di nava wana de gotûbêjên watedar pêş nakevin. Dîsa di welatekî de gava ku sîyasetmedar, gel û intelektuel, di warê mînîmûm jî  de be, heke ew ne xwediyê zanebûnên hevbeş bin, gotubêj, danûstandin, dîtin, adet, pîvan, exlaq, helwest roleke sereke di civatê de naleyîzin…Mixabin, em Kurd di pirsa zanebûnên hevbeş de hîna gelekî lawaz in.  Di derbara welatê xwe de, zimanê xwe de, di derbara dîrok û çanda xwe de, di derbarê sîyaseta welatê xwe de Kurd hîna jî nebûne xwediyê zanebûneke hevbeş. Ez baş dizanim ku valahiyeke hevbeş heye lê mixabin zanebûneke hevbeş hîna di nava civaka me de terh jî nedaye! 

Yorum Yaz