matesis
dedas

Zimanê pevçûnê

Zimanê pevçûnê

Rengê ziman li gorî mebesta mirovan tê guhertin. Gava ku mebest aramî, aştî û nirxên mirovî bin, ziman li gorî vê rastiyê rengekî ji xwe re hildibijêre. Na heke mebesta mirovan şer û pevçûn be, wê gavê mirov rengekî li gorî mebesta xwe ji xwe re hildibijêre. Ma mirov dikarê aştiyê, aramiyê, demokrasiyê bi zimanê şer û pevçûnê ava bike? An ji şer û pevçûnê bi zimanê aramiyê bi rê ve bibe? Ma ne divê ziman li gorî mebesta mirovan rengê xwe diyar bike? 

Bi vê mijarê vê girêdayî li herema Omeriyan çîrokêk watedar tê gotin; dibejin; du eşîran bi hevdu re berberî dikirin. Di bingehê xwe de wan eşîran nedixwestin ku şer û pevçûnê bikin lê berberî jî bê şer û pevçûn nedimeşiya. Gelek caran wan her du eşîran hevdu sor dikirin, xircir dikirin, kozik vedidan, nav di xwe didan lê ku dihatê ser ya dawî gotin û pratîka wan li hevdu nedikir… 

Dîsa carekê din wekî her car dengê navtêdanan ji kozikan bilind bû; eşîrekê digotin heke em bênê we, em ê ker û koran li bin gûhê hevdu xînin, zar û zêçên we bikujin, xaniyên we xera bikin, malê we talan bikin, em kevir li ser kevir nahêlin, em ê ocaxên we ji binî de vemirînin û koka wê ji ser rûwê dinyayê biqelînin… 

Eşîra din di kozika xwe de xwe ji şer û pevçûnê re amade dikirin, tifingên xwe sererast dikirin, xincerên xwe diedîlandin, berê tifingan didan kozika dijminê xwe û bi kelecan li bendî êrîşa dijminan radiwestiyan… Lê dijmin êriîş nedikir… Ev helwest gelek caran dubare dibû; Ma ne ku em bênê we, em ê zar û zêçen we bikujin, ocaxa we ji binî de vemirînin digotin… 

Piştî ku eşîra êrîşkar helwesta xwe gelek caran dubare kirin; veca tu mane di zimanê pevçûn û êrîşkariyê de nemabû. Gotin û pratîkê li hevdu nedikir… Di dawî de eşîra ku li bendî êrîşkirina dijminê xwe bû di encam de nêrazîbûna xwe bi dengekî bilind diyarkirin û gotin; Lawo heke hûnê werin, werin em amade ne lê heke hûn nayên ev çi navtêdan, zirt û pesnê bi derewan e! Weleh we bi zirt û navtêdanan em teqandin lo…
Kurt û kin; zimanê pevçûnê bêşik pratîka pevçûnê pêşve dibe. Zimanê aramî û aştiyê jî divê pratîka xwe ya taybetmendî biafirine. Niha pêwendiya tevgera kurdan bi dewletên dagirker re zimanekî taybet diafirîne. Ev aşkera û zelal e. Ev zimanê hanê li gorî rastiya welatê me ye. Welatê ku dagirker bin, xwînmij bin, mafên mirovan bin pê bikin, mejiyê qedexekirinê pêşde bibin, siyasetmedaran û rewşenbîran bixin zindanan helbet dê zimanê kurdan ji li gorî vê rastiya hanê rengê xwe hilbijêre… Tevgera kurdan di nav xwe de, li sersarî hemû Kurdistanê, li miqabilî tevger, serok, rêber, komela, rêxistin, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevanan divê zimanê aramî û aştiyê biafirine. Ev ziman tucara nayê wê wateyê ku em kurd hevdu rexne nekin. Gava pêwîst be divê em rexneyan ji li hevdu bikin, ev mafê her mirovî ye. Rexne divê alternatîfan jî diyar bike. Gava ku rexnegir lawlawê bike, hebena xwe vala bike û gotinên vala pêşkêş bike, kultura aştî û aramîyê di nava civata kurdan de ava nabe. Civata kurdan berî her tiştî divê di nava xwe de zimanekî aramiyê biafirîne û dev ji zimanê pevçûnê berde. 

Rengê zimanê kurdan di nava xwe de divê spî be û li miqabilî dagirkeriyê jî divê sor be! Divê ev ziman di hemû tevgirêdanan de bi hişmendi were bikaranîn…

Yorum Yaz