tatlidede

Hedbî, Rojev Nirxand

Serokê OHAK-DERê M. Burhan Hedbî, beşdarî bernameya ‘Rojeva Herêmê’ bû û rojev nirxand.
  • 31.01.2016 16:33
Hedbî, Rojev Nirxand

Hedbî, di TRTKURDî de pirsên mîna “guman û hêviyên konferansa Cenewere, makezagona nû, gotina Berzanî ya ku mîada peymana SYKES PÎKOT xilas bûye, sîstema serokatiyê bersivand.”

Hedbî got; “Digel ku ji konferansa Cenwre û ê mîna wê bê hêvî me jî lê dîsa divê firsendên wiha ji dest neyê berdan û ne li gorî berjewendiyên rêxistinî, belgo li gorî berjewendiyên netewî tevbigere.

Divê em li dîroka xwe binêrin. Wek civîn û peymanên Lozan, Qesri Şîrin ûhwd. Ji bo çarenûs û mafê netewî jî ; civîn û peymanên navneteweyî gelek giringe. Lê ez jê ne umîdwar im. Yekbûn; çare, derman û hêviya herî mezine.

Lê dixwazim xetere û metirsiyekê ji dirokê bînim ziman: Komara Kurdistanê ku di sala 1946’an de bi piştgiriya Rûsan ava bû û paşê jî ji ber xwe paşde dayina Rûsan wêran bû mînakeke balkêş û bi êş e.

Ev komar-dewleta ku yanzde heyva jiyaye, ji hêla Koma Miletan-Neteweyên Yekbûyî nehatiye nasîn.

Dixwazim, çimaya bi navkirina min a ku vê komarê bi Komara Kurdîstan ne bi navkirina Komara Mehabadê vebêjim. Mahabad paytexta vê komarê ye. Ma nuka kes dibêje komara Enqerê… Komara Bexda an Tehranê… Ev komar, di hemû belgeyên fermî de wek komara kurdistan derbas dibe, lê di bilêvkirina bi ‘Komara Mahabadê’ de nêrîn û nêzîkbûneke çewt û neyînî heye…

Ji demokrat û demokrasiya rojhilata navîn nayê fêm kirin.

Çawa ku mebest û armanca îslamê ne hatiye fêm kirin an jî ji ber ku li hesabê hinan nayê xwe bi ber naxin her wiha mijara demokrat û demokrasiyê nehatiye fêm kirin. Tabî min ji demokratên li rojhilata navîn tiştek fêm nekir. Bi gelemperî, heta bi kêra wan werin demokrat in û parêzgeriya demokrasiyê dikin ango bi kar tî nin.

Gotina Berzanî ya ku mîada peymana SYKES PÎKOT xilas bûye.

Jixwe ew lihevkirina SYKES PÎKOT ne bi demeke diyar ve girêdayî bû. Ew bi hêz û serdestiyê ve girêdayî bû. Ango heta berjewendiyên serdestan dibersivand di rewacê de ma. Kurd dibêjin sînorê xurta tuneye. Ew lihevkirin li gorî mîadê berjewendiyên xurta pêk hatîbû.

Heta nuha çend serhildanên Kurda çêbûnin, gelo ji bilî keşmekeşî, êş, azar, talan koç û mirinê çi daye kurda. Ma ne bes! Heta kengî dê kurd bimrin, talan bibin û ji welatê xwe koçber bibin.

Ji ber ku brêz Mesûd Berzanî li ber destê hosteyekî têgihiştî, zîrek û zana ango bavê xwe mele Mitefa Berzanî perwerde bûye ewbixwe jî têgiştiye û dizane ne bi rê, rê-baz û şêwazeke siyasî be, berê wan serhildanan dê neyê stendin.

Çawa ku Melayê cezerî dibêje;

“Firset ku hat muhlet li nik heram e * Min umrê Nûhê nîne saqî were bi lez xweş.” Belkî brêz Barzanî jî naxwaze vê firsendê ji dest berde.



Mijara sorkotî û makezagonê mijareke gelek nazik û giringe.

Raste. Divê makezagon jî û serokatî jî li gorî bersivandina daxwazên gelan be.

Welatên jig elek gelan pêk hatînin pir çandî heye, ên ev yek wek dewlemendî dibînin digel bidestxistina aramî, bextewarî û aştiyê bi hêztir dibin û ev tişt dibe sedema pêşveçûn û pêşveketina wan jî. Li welatên ku ji pir gelî pêk hatine, wek emerîka bi pergala-sîstema serokatiyê ji gelek pirsgirêken xwe re çareserî bi dest xistine. Çima li herema me dibe dîktatorî ez fêm nakim!



Him ji bo xurtbûna xweserî an rêberiya herêmî piraya yekemîn sazbûna pergela serokatiyê ye.

Ez dixwazim mînakekê bidim. Têgotin ku Noşirewan rojekê dertê nêçîrê. Piştî nêçîr bi dawî de, ji bo xwarinê kom dibin, lê dinêrin ku xwê ji bîr kirinin. Noşirewan zilamekî xwe dişeyne gundekî nêzîk da ji wan re xwêyê bîne. Dema zilam bi rê dikeve, Noşîrewan dibêje ku, nebe nebe tu xwêyê bê diraf-pere neynî!

Kesên li wir wek ku Noşîrewan rexne bikin dibêjin ma ji piçek xwê dê çi bibe?

Noşîrewan dibêje; heke Noşîrewan xwêyê bê pere ji gundiyan bistîne, dê zilam û leşkerên wî darê gundiyan ji kokê rakin. Bila bizanibin ku heke Noşîrewan be jî mafê wî tune ku bê razaya kesekî tiştekî wan ji wan nayê stendin.

Mebesta min ji vê çi ye? Divê berî her tiştî, serwer û serdest zagonan li ser xwe bidin meşandin da di pratîkê de bandorekê bike… Ya din divê zagon adil bin. Çawa ku Xweda jî ji bo aramî û bextewariyê, edalet di xala yekemîn de daniye. Lê edalet çi ye? Ev gelek giringe, dema her yek li gorî berjewendiyên xwe edaletê binirxînin çênabe. Edalet dayina mafê her kesî û her tiştî ye…

Yorumlar

Image
Burhan Hedbi iyi mi
09.09.2016 / 09:25

Bir birbuçuk yıl öncesine kadar çok gündemde olan Burhan Hedbi isimli barış elçisi ve toplumsal hüzurda arabuluculuk misyonunu üstlenen bu dernekçi köşe yazarı imam uzun zamandır ortalıklarda yok. Kimdi neciydi hep merak etmişimdir.

Yorum Yaz