tatlidede

Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

Kürt Dil Platformu, Kürtçenin resmi dil olması ve önündeki engellerin kaldırılmasını istedi.
  • 11.12.2023 11:32
Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

2023-2024 eğitim ve öğretim yılında ortaokullarda seçmeli derslerin tercih süreci ile ilgili olarak Kürt Dil Platformu öncülüğünde başlayan Kürtçe seçmeli ders kampanyasına bu yıl da çeşitli kurumlar, siyasiler ve eğitimciler destek veriyor.

Kürt Dil Platformu (PZK) Sözcüsü Şerefxan Ciziri, başlatılan süreçle ilgili değerlendirmelerde bulundu.

Son yıllarda PZK’nin ve diğer sivil toplum kuruluşlarının Kürt kentleri ile Türkiye’deki okullarda seçmeli Kürtçe derslerin tercih edilmesi için çağrılarda bulunduklarını anımsatan Ciziri, “Çağrılarımıza devam ediyoruz” dedi.

Engellerle yüzleşilmesi gerektiğini belirten Ciziri, Türkiye Eğitim Bakanlığının, il eğitim müdürlüklerinin ve okul müdürlerinin Kürtçe ders almak isteyen öğrencilerin sayısının artmasını istemediğini vurguladı.

Yapılan pek çok Kürtçe başvuru formuna ulaşılamadığını söyleyen Şerefhan Ciziri, “Bürokratik bir direniş var: Kimisi korkuyor, kimisi Kürt dilinin okutulmasını istemiyor. Bu konuda hükümet ve bakanlık eleştirilmelidir. Bu hakkı sunduğuna göre, Kürtçe dilini seçme hakkının meşru olduğunu açıkça belirtmelisin” dedi.

Hükümetin sessiz kaldığına ve Eğitim Bakanlığının velilerin önüne engeller koyduğuna işaret eden PZK Sözcüsü Şerefxan Ciziri, okul yetkililerinin gerekçesini ise şöyle dile getirdi:

“Okul yetkilileri ‘Öğretmen, eğitim gereçleri, yer ve yeterli sayı yok’ diyor. Ama bunlar doğru değil ve birer bahanedirler.”

Platformun Sözcüsü Şerefhan Ciziri açıklamasında Kürtçe olarak şu ifadelere yer verdi:

Di meha yekê ya 2024 an de dîsa wexta hilbijartina dersên bijarte ye. Em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku şagirtên Kurdan zimanê xwe hilbijêrin. Helwesta Kurdan di vê pirsê de gelekî giring e. Watedar e. Ji ber wê jî divê Kurd bi hemû haweyan xwedî li vî mafê zimanî derkevin. Dayik û bav yên zarokên Kurdan divê bi hişmendî xwedî li mafê zimanê Kurdî derkevin.

Her çiqasî armanca me ya sereke fermîbûn û perwerdehî bi zimanê Kurdî be jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte jî were parastin. Ev maf divê ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Divê baş were zanîn ku dersa bijarte tenê destpêkeke û tekoşîna me ya ji bona perwerde û fermîbûna zimanê Kurdî wê her berdewam be. Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku zimanê Kurdî ji zarokxaneyan (qreşan) bigirin heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê. Di vê mijarê de çiqas zor û zehmetî hebe jî, divê Kurd xwedî li mafê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û zimanê xwe weke nasnama xwe jî biparêzin. Bila baş were zanîn ku rûmeta Kurdan di zimanê Kurdî de veşartî ye! Berdewamiya hebûna Kurdan weke netewa Kurd jî dîsa di perwerdehiyê bi zimanê Kurdî re derbas dibe!

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî biaxivin. Siyasetê bi Kurdî bikin! Şahî û xemên xwe bi Kurdî bînin ziman! Zimanê Kurdî bila di civaka Kurdan de hergav zindî be. Em Kurd di hemû qadên civakê de bi şanazî xwedî li zimanê xwe derkevin!

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; Her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Bila hergav pirsa ziman di rojeva me da be. Em bi hevdû re hişmendiya zimanê Kurdî di civaka xwe de bilind bikin. Dîsa hergav em xwe bi xwe hewl bidin ku bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zimanê xwe di çalakiyan de bikarbînin. Zimanê Kurdî bikin pîvanekî siyasî. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevbigerin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hişmendiya zimanê Kurdî bilind bikin, nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdî bila bibe helwesteke xwezayî û di nava civaka Kurdan de qada xwe ya dîtbarî hîna berfirehtir bike. Bila rengê me yê netewî hergav di pirsa ziman de dîtbar bibe. Ji ber ku Kurd bi zimanê xwe Kurd in. Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e! Bila vê rastiyê kerr bibihîzin û kor jî bibînin!"                                             

Yorum Yaz