tatlidede

Li Kerboranê cebilxane hat bidestxistin

​Piştî ku qedexeya derketina derve li Kerboranê hat rakirin re ji teref Walîtîya Mêrdînê ve daxuyanîyek hat dayîn di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin nêzî 2 ton teqemenîya ku ji bona teqandinê hatîye amedikirin hat bidestxistin.
  • 31.12.2015 21:44
Li Kerboranê cebilxane hat bidestxistin

Ji teref Walîtîya Mêrdînê ve di derheqê Kerborana ku qedexeya derketina derve lê 20 rojan berdewam kir de daxuyanîyek hat dayîn.Di daxuyanîyê de hat diyarkirin di fealîyetên lêgerînê yên ku li taxa Korucuya Kerboranê hatin kirin de nêzî 2 tonî  teqemenî hatîye bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin di lêgerînên ku hatine kirin de 6 keleşkofê ku aîdî PKKê ne û 15 carcûrên keleşkofê, 24 muhîmata roketavêjê, 2 ton teqemenî, 14 bombeyên destan, telsizek, cil û alavên hawarîyê hatine bidesstxsitin.

Yorum Yaz