tatlidede

Netewparêz...

Netewparêz...

Gelek kes vê gotinê bikartînin û naveroka wê jî li gora zanebûna xwe, bi xwe dadigirin. Ango di vê tevgirêdanê de neteweparêz dibe rewşek, dîtinek, meylek ku ketûber tê bikaranîn. Naverok ji bona hemû kesan ne zelal e. Bi tevahî di nava hinek rewşenbîran de, nexasim li cem hinek çepên Tirkan, gotina  neteweparêz dibe weke mîrkutekî ku mirov pê li serê hevdu xînin.  Neteweparêzî dibe tiştekî  gelekî beloq. Di helwestên xwe yên kûranî de, ji xwe ew mirov neteweparêz in, lê di dîtinên xwe yên di sere jî, ew li dijî neteweparêzîyê radiwestin. Ji bona netewa  Tirk, di pratîkê de ew neteweparêz e, ji bona netewa  Kurd, li dijî neteweparêzîyê bêhempa dîtinan pêşkêş dikin. Di navbêna gotin û kirina wana de newalên kûr hene. Tu bike neke gotin û kirinên wana nayêne cem hevdu. Di wan pêwendiyan de kî  jî kê re zêde bibêje neteweparêz, ew xwe biserketî dihesîbîne û xwe di çavên hinek derdoran de şêrîn dikin. An dixwazin ji hinek  derdoran re şelafiyan bikin an jî dîtinê tewşo mewşo pêşkêşî raya giştî dikin.
Di nava Tevgera Kurdan de jî, mirovên wilo pêde dibin. Dibêjin; em ne neteweparêz in! Ew kesên wilo naxwazin taybetmendiya pirsa Kurdistanê bibînin. Ditinên bi tevahî  û ji pratîka sîyasetê dûr bilêv dikin. Li tevahîya dinyayê digerin, newalekê vala nahêlin, pehnavek namîne ku saxtî nakin lê newerin werin Kurdistanê. Mirov dibêje qey Kurdistan li derveyî dinyayê ye kuro!? Ji xwe daxwaza me ev e ku em Kurdistan di nava netewên dinyayê de bi cîh bikin û bikin xwedî rûmet! Ma ne wilo ye?  Ji bona me Kurdan jî pirsgireka bingêhîn ev e. Pirsgirêka me wê bi vê yekê re çareser bibe. Ji bona wilo jî em dibêjin ku neteweparêzî divê li Kurdistanê were nîqaşkirin. Neteweparêzî li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê divê were niqaşkirin. Divê em mercên dîrokî, yên sîyasî, yên civakî li ber çavan bigirin. Yan na çareserîyeke bi rûmet li Kurdistanê çênabe.
Mirovên ku  li  himberî neteweparêzî ya Kurdî gotinên qelew dikin, di helwest û ramanên xwe de, ne zêde berbiçavin. Abstraktbûna dîtinan di vê pirsgirêkê de ya helî hêsanî ye. Ewên ku xwediyê vê helwestê ne, dîtinên xwe dibêjin lê belê encamên wana zêde analîz nakin. Dîtinên jiberkirî dibêjin û hebana xwe vala dikin lê gava ku tên ser pirsa Kurdan xwîska wana di qirika wana de dimîne. Sergêjî dibin û hemû zanabûnên wana li ber lehiyê diçin. Mirov dibêje qey wê bifetisin.
Lê pêwendîyê ku di vê mijarê de hene û ji bona Kurdan pirsgirêka man û nemanê ye,  divê mirovê Kurd wana tucara jibîra nekin. Ma ne niviîskarê navdar Shakespeare bû ku digot; ya hebûn ya nebûn.  Ji bona netewa Kurd ev pirs hergav di cîhê xwe de ye. Divê em hergav ji xwe bipirsin;; ma welatparêzî bê neteweparêzî çêdibe gelo? An jî em hîna berbiçavtir bibêjin; ji bona welatêkî bindest, weke Kurdistanê, mirov dikarê tevgera xwe, ramanên xwe, kultura xwe, sîyaseta xwe, hestên xwe ji dîtinên neteweparêz dûr bixîne gelo? Wana bi ava simaqê bişo? Ma netewe û welat ji hevdu dikarin bêne cudakirin? Ji bilî Kurdên sergêj, ma gelo  kesî li dinyayê ev tiştên hanê  kirin e?..
 Ewên ku wan pirsan ji bona doza Kurdan erê bikin, wana tucara raman û hestên Kurdan baş fêm nekirine. Rastiya dîrokî û sîyasî dûrî wana ye! Bi dengekî bilind divê bê gotin; Kurd di vê mijarê de ne kêmî tu netewa ne. Ma wê çima kêmî hinekan bin gelo? Ma di wekhevîya netewan de wê çima Kurd bêpar be? Ewên ku di dinyayekî xeyalî de dijîn û ramanên wana qerpalî ne, ji bona çareseriyeke adil jî tu raman û projeyên wana jî  tune ne. Sterikên li ezmanan dihejmêrin û çîrokên postmodern ji me re dibêjin. Ji ber wilo jî  cewhera ramanên wana tuneye û li ser bingehekî formalîst diçin û tên.
Ez jî di vê mijarê de wilo dibêjim; pirsgirêka Kurdan li Rojhilata Navin bêyî neteweparêzîya Kurdan qet çareser nabe. Di vê heremê de netewa ku helî kêm neteweparêze, Kurd bi xwe ne. Mîr û Şêxên Ereban jî dewlet avakirine, em Kurd hîna jî bê dewletin. Kurd li vê heremê bindestin, welatê wana hatiyê dagirkirin, parçekirin, yekîtiya siyasî bi tixubên fizikî ji hevdu hatiye qetandin, em li welatê xwe bi pasaportên serdastan digêrin û hîna jî em dibêjin; em li dijî neteweparêzîyê ne! Ma ev ne eceb e? Ne neheqîye? Gava ku li Rojhilata Navîn netewe dewlet rabûn, tixub rabûn, li şuna Erebî, Farisî û Tirkî li dibistanan perwerde bi zimanekî biyanî hate meşandin, pasaport û nasname ji binî de rabûn, hemû gel û netewan xwe asimile kirin, em hemû şibîyan hevdu, wê gavê emê Kurd li dijî neteweparêzîyê rawestin!..
Ku bi qeweta Xwedê  bihuşta baqî bi xêr û silemet hate Rojhilata Navin, wê gavê tu hicet namîne ku em Kurd bibejîn; em neteweparêz in! Ma Kurd heta nûha weke serdastan çavsor bûne gelo? Em weke wana dagirker bûne gelo? Weke wana zimanên dayikan qedexe kirine gelo? Weke wana  Kurdan çavê xwe berdanê welatê xelkê gelo? Na xêr, sed carî na! Neteweparêzîya me, berî her tiştî tevgereke ji bona wekhevîyê ye. Neteweparêziya mişextan e, ya mazlûman e. Gava ku rojekê wekhevîya netewayên Rojhilata Navîn pêk hat, tu hicet wê gavê ji bona neteweparezîya Kurdan jî  namîne.
Xwezî bi wê rojê!

Yorum Yaz