Doğum Tarihi: 1966
Doğum Yeri:
M. Xalid Sadinî kimdir?
Ez di sala 1966 li gundekî nêzîkî Colemêrgê hatime dinyayê. Ji ber ku babê min mela bû, hêj 4-5 saliya xwe min dest bi Qur’an xwendinê kiribû. Min mekteba seretayî li gund, navend û lîse jî li Colemêrgê qetand/xilaskir. Di wexta Îmam Xetîp xwendinê de min nêzîkî salekê jî dewama medresê û kitêbên rêzê kirin. Di sala 1989 de min li weşanxaneyekê kar kir. 1991 û 92 ê de jî pêşiyê li Yenî Ulke û Azadiya Welat paşê jî Ozgür Gundemê de nûçevanî kir. 1992 heta 2002 ê de di Zindanê de mam. Paşê derketim û niha li Hekkarî û Wanê dijîm…
--reklam--
M. Xalid Sadinî Kitapları - Eserleri
- Feqîyê Teyran
- Çîrokên Gelerî
- Mela Huseynê Bateyî
- Heyranokên Kurmancî
- Aqilê Hevpar ê Mirovahîyê
- Mamikên Kurmancî
- Jı Kelepora Kurdi Pekenok
--reklam--
M. Xalid Sadinî Alıntıları - Sözleri
- Zulfa ku tête ser milan Çengal e tavêjî dilan Qir kir te ehlê Berçelan Dad û meded dad û meded Mela Huseynê Bateyî (Mela Huseynê Bateyî)
- El-wefa bê wesl û canan xemz û naza min nehat Ya tu qelbê ‘aşikan î gulnîgara min nehat Mam di qeyda derd û daxan, xemxusara min nehat Subhê nabît wê şevê dengê minara min nehat Hêvîdarê subheyê bangê minara min nehat. (Mela Huseynê Bateyî)
- Ey av û av ey av û av 1 Ma tu bi „işq û muhbetê 2 Mewc û pêlan tavêy belav3 Bê sekne û bê rahetê 2. Bê rahet û bê sekne yî Yan „aşiqê baxwê xwe yî? m Yan şubhetê qelbê me yî • Ji işqa kê natebitê 4 (Feqîyê Teyran)
- Subh û êvarî şeva tarî şemala kêyî tu Leyletul Qedr û Berat in nûra mala kê yî tu Çîçeka baxê îrem şûx bejn bala kê yî tu Bo Xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu .... ... (Mela Huseynê Bateyî)
- Ger tu nazik sorgul î Ez bilbilê mestane me Horiya reş kakul î Ez aşiqê dîwane me Horiya firdewsa alî Qumriya baxê cemal î Ger tu şem’î wer şemal î Ez eceb perwane me Xwoş şemal î mîhr û mahî Nazika ebrû siyah î Ger tu şah î padîşah î Ez xerîbê xane me. (Mela Huseynê Bateyî)
- Ez dengbêjim hatim vira Heta hebin dengê mîra Ez ê binivîsim ser kaxeta Ne di çim dêra ne mizgefta.. (Feqîyê Teyran)
- Aqil diçe, sewda dimîne (Mela Huseynê Bateyî)
- Wan hemiyan agir di nav bit Min ji daxan dil zirav bit Bê hisab şîşe di nav bit Ay dilê min ay dilo (Feqîyê Teyran)
- Qitala eşq û canan im Ji vê eşqê ez heyran im Bi vê xemrê ez sekran im Fîncana min şerab tê da (Feqîyê Teyran)
- Diz her roj dimire,lê mirovê baş yek car dimire. (Çîrokên Gelerî)
- Dinê pîr e ku Îsa dî Bi şiklê wê nebû razî (Feqîyê Teyran)
- ‘Xwedê, ciyê min, ciyê bavê min û ciyê diya min di ev dinyayê de û dinyayê din de jî di hûndîrê agir de çêbike inşela.’ ------------------------------------ Allah hem bu dünyada hem öbür dünyada benim, Babamın ve annemin yerini ateşten yapar inşallah.. (Çîrokên Gelerî)
- Sibhan ji şahê bi tenê, xalik li xala gerdenê, ez dîn kirim berdam dinê, wêran ezim, malim xirab (Feqîyê Teyran)
- "Nesaxê êşan ez im Bikul û derdan ez im Mecrûh ji qehran ez im Tazî û ‘uryan ez im Ê dûr ji şehran ez im Feqiyê Teyran ez im" (Feqîyê Teyran)
- Were canim bibîn halim Ne min dil ma ne dildarek (Mela Huseynê Bateyî)
- Hêstirim barîn ji xwînê Sotim ez derdê evînê Kes ji min nakit yeqînê Ay dilê min ay dilo (Feqîyê Teyran)
- Nesaxê êşan ez im Bikul û derdan ez im Mecrûh ji qehran ez im Tazî û ‘uryan ez im Ê dûr ji şehran ez im Feqiyê Teyran ez im (Feqîyê Teyran)
- Eger hekîm ‘Îsa bitin Luqman ji qebra rabitin Daxa dila sax nabitin Ya Reb tu yî dermanê min (Mela Huseynê Bateyî)
- Ji toza wê derazînê Dikim feryad û nalînê Xudê çêkit wê hînê Wisala lutf û ihsanê (Mela Huseynê Bateyî)
- Çendî bêjim sir û halan Ah ji destê çavxezalan Her dinalim mah û salan Kes bi halê min nezan (Feqîyê Teyran)
Yorumlar
0 yorum