tatlidede

Durûtiya Welatên Misliman…

Durûtiya Welatên Misliman…

Bi rastî, bi rastî mirov tiştekî ji van welatên Misliman fêm nake. Asayê nebî Müsa di destê wana de ye û weke firavûnan tevdigerin. Çep lêdixin û rast vedigerin. Di gotinan de kes weke wana qala “Biratiya Mislimanan” nake lê ku tê ser ya dawî ye çivan li xwe dixin. Toz û xubarê radikin. Hezar û yek hiceti didin pêş ji bona ku erkê xwe bicih neyînin.

Durûti bûye sixletê wana yê bingehin.

Bi rastî, bi rastî exlaqê wan Mislimanan weke yên Xiristiyanên Cizvit e. Her tişt li bejna wan tê; sextekarî, durûtî, derew, bêbextî, dizî, gendelî, zinêkarî…

Belê, Xiristiyanên Cizvit digotin; ji bona ku mirov bigihêje armanca xwe her tişt, her rê û rebaz derbas dibû. Ji ber gelek sedeman, ji ber vê rê û rêbazê demekê welatê Ewrupa kirin gola xwîne. Bi milyonan mirov hatin kuştin. Îro jî Mislimanên Rojhilata Navin jî heman tiştî, heman helwestî dubare dikin. Ew di bingehên xwe de ne Misliman ın, ne weke ku di fermiyetê de dibêjin ew tevger dikin, ew bi rastî bûne mislivit, ango bi nav misliman û pratikê de Cizvit. Armanca wana tucara nebûyê nirxên biratiyê, nirxên mirovatiyê, wekheviyê, heta yên Mislimantiyê, ew îro tenê li gora berjewendiyên malbat, çîn û dewletên xwe tevdigerin. Xema wana ne biratî û mafê Mislimana ye.

Têgeha biratiye tene weke xemilandineke, weke xwe xapandinekî, weke bîrdoziya fermî di nava şekalan de dimîne. Ma îro şerê helî dijwar ne di nava welatên Misliman de rû dide? Ma yên ku îro welatê Kurdan dagirkirine ne qaşo Misliman ın? Ma yên ku komkujiyê li Kurdistanê li dar dixin ne qaşo Misliman in? Yên ku gundan bombebaran dikin, bajaran weran dikin, niştecîhan koçber dikin, mixalifan diavêjin zindanan ne qaşo Misliman in?

Lê em dibinin ku ewên li ser pirsa Felestin çewlake gotinan dikin, li ser pirsa Kurdan bêdengi serwer bûyê. Di pirsa Kurdan de ew ker û kor bûne. Aqilê wan çelqiyayî ye. Kurdistana me di nav lingên leşkerên wana de dinale, birindar e, parçekiriye, bêmaf û dewletê lê Felestina ku bi qasî çend bajarê Kurdan naye bûyê pirsa sereke, ji bona wan Mislivitan…

 Ma Cihûyan û Xiristiyanan Kurdistan dagirkirine? Ma Ereb, Tirk û Ecem Cihû ne an jî Xiristiyan in? Ma navê dagirkeran li Kurdistanê çi ye lo? Belê, belê, Mislimanên ku li Kurdistanê dagirkerin, li vi alî û li wî alî li dijî dagirkeriyê gotinan dibêjin. Yên ku li Kurdistanê terörê li dijî Kurdan bikartînin, di nava refên zilaman de li dijî terörizmê gotinên vingîvala dikin.

Bi rastî, bi rastî îca gotinan jî di nava Mislimanan de wateya xwe winda kiriye.

Kurdistana ku ji gelek dewletên Misliman berfirehtir û mezintire heta nûha nebûye xwedi dewlet û di welatê xwe de nebûye serwer. Kurdistan di nava welatê Misliman de bêmaf û dewlet e. Dewlemendiya Kurdan ji xwe re dibin, daxwaza miletê Kurd naxwazin bibinin û di bere jî qala Mislimantiyê, qala biratîyê dikin.

Ma bi rastî Mislimantî wilo ye? Ma maf û huquqê Mislimanan ev e? Heger Mislimantiya rast ev be, Xwedê Kurdan ji vê sextekariyê biparêz e!

Baş e; heta nûha gelek Kurd ji bona doza Felestin cangori bûne, ma em hejmara wan cangoriyan dizanin? Ma heta nûha çend Felestinê ji bona doza Kurdan cangori bûne? Ma heta nûha gotinên beloq, gotinên qelew, gotinên nelirê û tewş, ne ji aliyê rayedarên Felestinîyan Kurdan bihistine? Ma ne rayedarên wana bûn ku digotin; wê Kurdistan bibe İsraila didûyan? Ma ne digotin; wê Kurdistan bibe xencerek û di pişta Rojhilata Navin de biçike? Ma heta nûha we gotinên wilo tewş û beloq ji aliyê rayedarên Kurdan, qet ji bona doza Felestin bihistine?

Ma hevkarî tenê yekalî dibe?

Ma kesî ehmeq li vê dinyayê maye gelo?

Bi rastî, bi rastî ew Mislimantiya çeqilmast ne Mislimantî ye. Heta ku Kurdistan di nava welatên Misliman de nebe Xwedi maf û dewlet, Mislimantiya Rojhilata Navin nabe xwedî rumet. Heta ku hemû dewletên Misliman maf û dewletbûna Kurdan nepejirînin, divê miletê Kurd bı Mislimatiya Sextê xwe nexapine! Çi mafê wan welat û miletên Misliman li Rojhilata Navin hebin, divê yên Kurdan jî hebin.

İncex biratîya Mislimanan wilo ava bibe.

 

 

Yorum Yaz