Eğitim-Sen Mardin Şubesi’nin çağrısı üzerine Karayolları parkında bir araya gelen ve aralarında Belediye Eşbaşkanlarının da yer aldığı grup, anadilde eğitimin önündeki engeller ile zorunlu din derslerini protesto eden basın açıklaması gerçekleştirdi. Eğitim-öğretim alanında yaşanan sıkıntılara değinen Eğitim-Sen Şube Başkanı Hamdullah Yıldırım, "En temel insan hakkı olan anadilde eğitim hakkının önündeki tüm engeller ortadan kaldırılmalıdır. Farklı inançlara sahip inanç grubu öğrencilerine dayatılan zorunlu din dersleri kaldırılmalıdır. Eğitimdeki gerici, ırkçı, tekçi, inkarcı, asimilasyoncu ve eril zihniyeti ifade eden eğitim sisteminden derhal vazgeçilmelidir" dedi.
Yıldırım, 24 Eylül tarihinde Türkiye genelinde eğitim üzerindeki politikaları protesto etmek için grevde olacaklarını söyledi.
Protesto gösterisinde ayrıca Kürtçe bir basın açıklaması da okundu.
“Iro 15 ê îlonê destpêka perwerdehiyê ye li Tirkiyê. Divê dê û bavan bi bextewariyek xurt bi destê zarokên xwe bigirta û ew bibirana dibistanan, lê îro em bi şîn in. Yan divê em zarokên xwe nedin xwendin, yan jî divê zarokan radestî polîtîkayên qirêj bikin. Yan divê em bi destê xwe zimanê dayikê bi zarokên xwe bidin jibîrakirin yan jî bikin dîl û têxin nav çerxa pişaftin û tunekirinê.
Êdî bes e.
Ji despêka komarê ve we em ji her aliyî ve kurisandin. Hat rewşek weha ku êdî qetl û qitûlên we bûn xemla dîroka we, bû pênasa we. Cî hat we bi serbilindî qala serkeftinên encama êrîşên xwe kir.
Ev dozdeh sal in ku hûn qala makezagonek nû dikin û dibêjin dê hemû tişt sererast bibe. Hûn sozan didin ku dê Kurd karibin çanda xwe bijîn. Lê em dibînin ev jî xapandin e. Polîtîkaya dewletê ji bilî şitexilandinê ne tiştek e. Xortên Kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin hîn jî tên ricimandin. Dengê Kurdî xewê li we diherimîne.
Tiştê îro ji Kurdan re tê xwestin, bêedaletî ye. Ku zagon destûrê nade perwerdehiyek bi zimanekî din, ev ji bîrdoziya pişaftinî pêk tê.
Komara ku hîn bersivek nedaye banga Birêz Abdullah Öcalan a Newroza 2013 an neduristiya xwe eşkere kiriye.
Ji bo dibistanên li Amedê, li Geverê û li Cizîrê dibêjin ev derqanûnî ne. Ma TRT şeş, Enstîtûyên li zanîngehan bi Kurdî perwerdehiyê didin jî ne korsan in?
Em bi salan e ji bo mafên xwe yên rewa, ji bo çanda xwe, ji bo zimanê xwe têkoşînê dikin. Ku îro em li kolanan bin ev jî ji bêxemiya dewletê ye.
Zimanê me perçeyek ji azadiya me ye, heya em azadiya xwe bi dest nexin em ê dev ji doza xwe bernedin.
Divê dewlet kar û xebatên ji bo komarek demokratîk zelal bike.
Divê dewlet dev ji neyariya Kurdan û destwerdana zimanê Kurdan berde.
Divê bi lez û bez zagon û makezagonan biguherîne.
Divê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî licneyekê ava bike û alîkariya gel bike.”
Açıklamanın ardından grup sessizce dağıldı.