Piştî qedexeya ku ji bona demekê hat rakirin Nisêbînîyan berê xwe dan markêtan
Piştî qedexeya ku 13ê mijdarê li Nisêbînê hatibû îlankirin ji bona demekê hat rakirin re xelkê Nisêbînê derketin derve û ji bona hewcîtî û îxtîyacên xwe berê xwe dan markêtan.
Piştî ku qedexe ji bona demekê hat rakirin re xelkê ku bi rojan di malên xwe de mabûn derketin kolan û sikakan. Xelkê ji bona ku hewcîtî û îxtîyacên xwe karibe temîn bike berê xwe dan dikan û markêtên vekirî.Her wiha hat dîtin xwedîyê dikanên ku ji pevçûnan zirarê dîtibûn hewl didan da ku zirarên xwe tesbît bikin.
Xelkê Nisêbînê yên ku ev bû çend roj ku bêav û bêceyran in di derbarê mijarê de wiha axivîn: “Ev 8 roj e ku em perîşan û şepirze bûne. Ne av û nan ne jî ceyrana me heye. Şarjên telefon me xelas bûbûn. Ji ber vê yekê me ji naskirîyên xwe tu xeber nestand. Xelkê navçê perîşan û şepirze bûye. Ji ber dengên çekan derûnîya zarokan xera bû. Divê xelk neyê mexdûr kirin. Av û ceyrana me niha jî tune ye. Divê berî ku qedexe cardin dest pê bike divê arizayên ceyran û avê werin tamîrkirin.”
Kaynak: Mardin Life
Yorumlar
0 yorum