tatlidede

Kompleksa Bindestîyê!

Kompleksa Bindestîyê!

Di nava tevgera Kurdan ya legal de gelek tiştên eceb xwe didin der… Psîkolojîya bindestiyê, xwe biçûçik dîtinê, dilbijandina jîyana serdestan gîhaye asteke wilo ku mirov weke Kurd divê ji vê rewşa hanê fedi bike.

Ma xêr e? Ma aqilê Kurdan betal bûye? Ma Kurdan armanca xwe jibîra kirîye? Ma ev kompleksa bindestiyê heta kengî wê berdewam bike?

Mirovên ku bi navê Kurdan tevger dikin dilê xwe gelek caran dibîjînin helwesta hunermendên serdest, rewşenbîrên serdest, nivîskarên serdest…

Ew serdestîya ku heta nûha Kurd çewisandine, ketiyê pêşîya azadîya wana, mafê wan binpêkirine û ew qûrmiçandine, çawa dikare bibe objeyeke ji bona dilbijandinê?

Ma we tucaran dîtiyê ku rewşenbîrên serdestan, nivîskarên wana, hunermendên wana dilê xwe bijandinê Kurdên ku bi heman çalakîyan dadikevin?

Tevgera Kurdan ya legal gava ku dibêje; rewşenbîr, nivîskar û hunermend, ew di vê tevgirêdanê de tenê rewşenbîr, nivîskar û hunermendên serdestan dibîra wana de ne. Gava ku dibêjin rojnamevan dîsa rojnamevanên ku bi resena xwe Tirkin an jî di rojnameyên Tirkan de dixebitin tên bîra van.

Ev helwest rastarasta kompleksa bîyanîbûnê ye.

Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Tirkan, beşdarî civînên Kurdan dibin, ji Kurdan re qala Kurdan dikin! Di piranîya civinên ku rêxistinên Kurdan lidar dixin, mirov vê tabloya kompleksîyê dîbîne. Kî hewcedarê zanebûna kê ye gelo?

Nûha tiştên ku rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Tirkan dibêjin, diparêzin, dinivîsînin, pêşkêş dikin, di kîjan xalan de jî yê Kurdan pêşketîtirin? Ma ew rastiya welatê me, zimanê me, sîyaseta me, ji Kurdan bêtir nasdikin?

Weca gotineke bav û kalan heye, dibêje; gîhayê hewşê tehle.

Ez bahwerim ku ew rewşa ku ez qaldikim ji tehlîyê jî derbas bûye. Bûyê weke zilindarê. Ango bûyê tehlîyeke ku hemû tixûbên tehlîyê derbas kiriyê.

Lê divê em baş zanibin ku ev konaxa kompleksê ne li xêra doza Kurda ye. Ew konax konaxeke vingî vala ye. Tu cewhera rewşenbîrî, hunerî û sîyasî ji vê konaxe dernakeve. Di vê konaxê de herkes bûye pisporê Kurdan, li ser Kurdan nan dixwe, qelew dibe, weke genê diwerime lê tu encamê mayînde jî ji wana dernakevin holê…

Em çi bikin bila em bikin, em çi bêjin bila em bêjin, di dawî de ev tehlî divê bi me şêrin bibe.

Seydayê Tîrêj di helbesteke xwe de dibêje; “Ma ku tehlî bi te şêrîn nebe, tê ji jîyanê çî bike?”

Ew ji wilo, ev tehlî divê bi Kurdên ku xwedî kompleksa bindestîyê ne, şêrin bibe. Weke ku Kurdên meyî zaza jî dibêjin; ez çîzo vîzo nazanim!

Ew tehlî divê bi we şêrîn bibe. Tu rêyên din li pêşîya me tune ne…

Hilbet di vê xebatê de peywirên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevanên Kurd jî heye. Ma ew bêdengî heta kengî?

Diyalog û gotubêjên me divê Kurdî Kurdî bin. Divê em bi xwe birînên xwe bikewînin.

Gava ku hinek bîyanî ji Kurdan bêtir Kurdan nasbikin, ew jî dikarin bikevin nava van diyalog û gotûbêjan.

Tu pêşîdarazînên Kurdan di wî warî de tune ne. Kurdan hertim himbêza xwe vekirine, mêvan hewandine, cîh dane wana û di mala xwe de xwedîkirine.

Lê gava ku rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û hunermendên serdestan, di pirsgirêka Kurdan de, di esil û feslê xwe de tu cudahîyên wana jî yên serdestan tunebin, ew çima bejn û bala xwe di nava tevgera Kurdan de zirav dikin gelo?

Çima Kurd hewcedarîyê bi wan dibînin? Ma bi wana re keliz heye gelo?

Mînak; li ser pirsgirêkên cıvata Kurdan komxebat çêdibin.. Tirkên ku beşdarî van komxebatan dibin ji hemû kesan bêtir û tûjtir tevgera Kurdayeti û projeyên wana rexnedikin, şermezardikin. Lê di van komxebatan de Kurdên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevan tên jibîrakirin! Weke ku ne got; ew tehlin!Ma gelo ev ne mînakek helî baş ji bona kompleksa bindestîyê ye? Gelek Kurdên me îca bûne Tirkofon kuro…

Yorumlar

Image
lakap
24.04.2017 / 17:34

idare eder.

Yorum Yaz