matesis
dedas

Aştî, Go Çareserîyê Bixwere Bîne Watedar e

Aştî, Go Çareserîyê Bixwere Bîne Watedar e

AŞTÎ, GO ÇARESERÎYÊ BİXWERE BÎNE WATEDAR E

Kêşeya Kurd, pirsgirêkek girîft û pir mezin e; ji bo wê, ev sih salin go şerekî çekdarî tê dayîn û her du alî hêzên şervan jî, rawestîyan û betilîn û neçar man in. Ev roj, her du hêz hatine wê merhalê go dawî li vî şerî bîn in û çareserîyêkê derxînin holê. Gelên me û herêm jî bende vê mizgînîyê ye.

Gelo şer ji bo çi destpêkiribû? Di serî de iddîayên weha dihate gotin: ji bo xellasîya netewê Kurd  dest bi vî şerê çekdarî hate dayin. Ji ber go navê Kurd û Kurdistan qedexe bû. Zimanê Kurdî qedexe bû. Ji ber go dîrok û çanda Kurdan dihate înkar kirin; aborîya welêt  a li ser erd û li bin erde de dihate talan kirin. A herî girîng jî, dihate gotin; ku dagirker û qolonyalîst û emperyalîstan, welatê me, ji dervî îradeya gele me, kiribûn çar perçe,  ji ber wê yeke jî, ji bona Kurdîstanek yekgirtî  û demokratik û sosyalist û serbixwe ava bibe ev şerê çekdarî  dest pêkan bûye. Ev roj, bi vê çareserîyê de ji van iddîayan û daxwazan wê çi bi dest we re, evêya jî tiştekî din e.
Li hêla din, dewlet, bi leşker ( bi Ergenekon û jitem)û polîsên tîm û sîxurên xwe li himber ev şerî (û li ser gelê Kurd), tu hovîtî nema go nekir. Zindana Diyarbekir ji vî şerî re bû agir û pêt û bingehîn. Bi hezaran gund serûbin bû, ajalvanîya wan gundan û aborîya herêmê di ber pêyan de çû. Ev şer bi kutayî bi deh hezaran can û bi sed milyar dolaran zirarên aborî bûye mal. Ji bo ku dewlet di got; “yek ziman, yek al, yek netewe û yek dewlet” ev şerê dijwar dikir û sih salî ev şera domand. Ev roj dewlet, ji bo Kurdan ka çi qebûl kirîye, go vê kêşeyê çareser bike, ew jî tiştekî din e.

Pêvajoyek ketiye rojevê. Hingê navê wê, go wer tê guherandin; kes nizane ka wê çi navî lê bik e. Ewil di serî de hat gotin; “Vebûna Kêşeya Kurd”, dûv re bû; “Projeya  Yekitî û Biratîyê”, dûv re bû; “Vebûna Pêvajoya Demokratik”. Ev car jî divên; “Pêvajoya Çareserîyê û Aştîyê”.  Vaye Aştî ket rojevê, lê ka Çareserî jî pê re ye, ne pê re ye; yan jî, ev çareserî  wê çareserîya kêşeya Kurd be, yan, hew ji bo bidawî anîna şerê çekdarî yê be(go dewlet hîn jêre dibê je Teror), ez wê jî nizanim.

Ji bo aştî pêkwere, di Newroz a îsal (2013) de, bi mesaja Apo re, go PKK jî ew pejirand û agirbes destpêkir. Vekşandin û çekberdana çekdarên PKK jî dirojevêdeye. Lê gelê Kurd û Tirk jî hên hûrandina vê pêvajoyê nizanin; go ka wê çi, çawa bibe. Ez bawerim çekdar jî nizanin wê çi, çawa bibe.

Bi çekberdanê dive aştî destpêbike, lê çareserîya kêşeya Kurd, wek xwanê dike wê bi zehmetî birêve biçe. Xwuyaye aştî û çareserî ji hev cüda tê ziman. Lê belê çareserî pêknê, aştî jî wê temen kin be û navê wê, wê xapandin be.

Çekberdan, di be, ji gele Kurd û rewşenbîrê Kurd re jî, rêyek  demokratik veke û di hêla fikr û raman de pêşkevtinek bi hêz derxîne holê. Di nav (rêxistinên) Kurdan de demokrasi tunne bû, rexne û lênerînên alternatif bihata parastin di sîya çekan de dibû problem. Bi çekberdanê, ew astengên li ser ronakbîr û rewşenbîrên Kurdan jî, wê başîyekê bi xwere bîne. Wê aborîya herêmê jî bi ruh were û pêşkevtinên aborî jî wê destpêbike.

Lê çareserîya kêşeya Kurd, wê çi be, wê çawa be, wê ji Kurdan re tu statü tê de he be, ne be, ev hên jî ne diyar e.
Go statuyek tunne be, ev çareserî wê ji Kurdan re bê çi wate yê. Al tunne be, navê welat û statuya wê tunne be, ev şerê 30 salî û ev qetl û qutûla 50 hezar canî û 3-4 hezar gundên wêran bûyî û bi milyonan Kurdên koçber bûyî, wd. di ber çi de çêbû? Wê ev hisabî ka kê, wê çawa bide gelê Kurd?.  Ev jî tiştekî dine.

Heger çareserîyek bi dilên rastî û ji bo biratîyek vekhevî tên xwastin; pêwîste go PKK û derûdora wê û Hukumet û Aqilmendê wê ev pirsanê jêr ji xwe bipirs in:

- Di makezagona nû de navê Tirk he be û navê Kurd tunne be, wekhevî di be?
- Ala Tirk he be û Ala Rengîn tunne be, wekhevî di be?
- Zimanê Tirkî resmî be û zimanê Kurdî (hema di aliyê herêma xwe de be jî) ne resmî be, wekhevî di be?
- Cumhurîyet bi eynî  navê “Turkîye Cumhûrîyetî” bimîne û statuya Kurdan jî tunne be, wekhevî di be?
- Çi ma navê dewleta hevbeş; ne be “Anatolya Cumhurîyetî”, yan jî ne be “Anadolu Cumhurîyetî”; ji bo navê Tirk û tu nîjadên din tê de tunne be? Ji bo tevda gelan wekhev bin na be?
- Yan na, ka wekhevî û biratîya wek hev, wê bi çi awayî qebûl bibe, yan jî bi bawerî wê çawa pêkwere. Wekhevî tunne be, wê azadîyek rasteqîn dê çawa çêbibe?

Heger PKK û Hukûmet, van pirsan ji xwe ne pirsin, wê Gelê Kurd, ji xwe bipirsin. Heger Gelê Kurd jî, ji xwe ne pirsin, aqtorên Herêm a Rojhelat a Navîn û dewletên go berjewendîyê wan di vê Herêmê de heye, wê van pirsan, bi dilûcan û kelecanek bi çavsorî ji Gelê Kurd bipirsin. Ez bawerim wê pirsên wan aqtoran, wê bi bandor bin jî, çimkû Kurdîstan a Başûr wek mînakek li ber çava ye; Kurdîstan a Rojava li ber derî ye û go ev derî vebe Kurdistan a Rojhelat jî li paş derî ye û evana jî, ji herkesên têkildar ve diyar in.


Ma Kurdên Bakur, bi erdnîgarîya xwe, bi nufûsa xwe û bi xwendevan û ronakbîrên xwe ne 4-5 caran li Başûr e? Wê çawa bêstatüye, yan jî statuyek kêmî wan qebûl bik in? Îroj bi bandor û daxwazîya APO û PKK’ê go bêstatutîyek qebûl bibe jî, wê ev rewş di pêşêrojê de çawa berdewam bibe? Pêwîste bi giştî ev pirs û pirsgirêkana tev de liberçavan bên dayin û wer jî li ser bê tevgerandin. Rastîyek din jî ev e; Kurd jî ne Kurdên berê nin, herêm jî ne ew herêma berê ye. Dinya jî tev hatiye guherandin. Aqtorên dinya yê jî, ji bo berjewendîyên xwe cuda û har tevdigerin. Bila kes, bi tu awayî xwe ne xapînin.

Çareserî, ji bo bi pêvajoyek hêsan pêkwere; pêwîst e bi agirbest û çekberdanê ve, bi lez îradeyek demokratik bandora xwe bide pêvajoyê û çi di makzagon û di zagonên demokratik de pêwîst be, zû avabikin û rê li ber mafên Kurdan zû vekin û gelên ji dervî Kurdan jî, ji bo van guherînan bi lez amade bikin. Ez bawerim tu gel ji hevdû aciz nabin; lê hûn terefên aqtor, go aqilên wan tevlîhev nekin. Gel hemû amade ne, ji bo aştîyê jî û ji bo biratî û guherînên demoqratîk re jî.

Bila her tişt di berjewendîya hemû gelan de be. Bila aştî û biratî jî, bi dilûcan û bi bawerîyek rasteqîn de û demoqratîyek bin dagirtî de be. Bila ew hêvîya go were, da bi kelecan û azadîya gelên go di vê erdnîgarê de dijî de be.
Hûn her di silametî û evîndarîyê debin.

M.Nazım Güler-19 .04.2013
[email protected]

Yorumlar

Image
Esnaf
21.04.2013 / 10:08

Sedat asar bey ve nazim bey cok guzel yaziyorsunuz ikinizide tebrik ediyoruz.memleket cocuklari siniz en iyi siz bilirsiniz

Yorum Yaz