matesis
dedas

Çiroka Şivanê Me

Çiroka Şivanê Me

Hestên li miqabilî Şivan Perwer gelekî tûj in.  Niqaşkirina hestan bi serê xwe jî pirsgirêkek tevlihev e. Şivan bi xwe jî, mirovekî tijê hest e… Gelek caran hestên wîna zora wîna dibin û Şivanê me derdikeve derveyî mijara xwe. Hinek derdor bi hişmendî, hinek peyaman bi Şivanê me didin gotin. Ev bi xwe newerekin û Şivanê me jî, carna ketûber dîtinan pêşkêş dike… Şivan ji germahîya dilê xwe bê hesab diaxive… Ji ber wilo ji gelek caran axavtinên wîna dibin problem…
Li gora hêstên ku di derbara Şivan Perwer de tên pêşkêş kirin; an Şivanê me gelekî baş e an jî gelekî xerab e. Mirovên me yên xwedî dîtin dibin barên hestên xwe de dilikumin. Dişelişin. Ber xwe baş nabinin, vijdanên xwe diavêjin ser sergoyan. Şivan Perwer ne bi hunera wîna lê belê bi tiştekî din tawanbar dikin. Ev ‘tiştekî din’ çi ye baş ne zelal e. Li gora hinek mirovan ‘ev tişt’ tê guhertin û berteng an jî berfireh dibe. Ango ji bedêla huner û berhemên Şivan Perwer ‘tiştekî din’ tê niqaş kirin.  Ev rastî jî pirsgirêka Şivan hîna kûrtir dike. Ji ber vê yekê jî, gava ku Şivan Perwer tê niqaşkirin, pirsgirêk ji pîvanên kulturî, jehatbuna hunerî û peyamên şênber derdikeve, dibe ‘tiştekê din.’ Ji bedela hunera Şivan Perwer em daxûyaniyên siyasi niqaş dikin.
Li ser hunera Şivan Perwer ez heta nûha bi berfirehî pergî analîz, gotar û lêkolînên zanyarî nebû me. Em dizanin ku li ser Şivan Perwer berberi heye, heftûheşt heye, zikreşî û hesûdî heye, fitne û fesadî heye, kompleks hene. Paşgotinî heye… Hinek dixwazin bi devavêtin û reşkirina Şivan Perwer xwe mezin bikin, xwe pak û zelal derxinin, qisûrên xwe veşêrin û di serşokên hesûdiyê de xwe bi sabûna şînokan bişon. Ewên ku gelekî devdiavêjin Şîvan, piranîya caran hunermendên nekirkêrin. Di mala bavê xwe de mane. Heke ew mirovên wilo sabûna şînokên Mêrdinê hemû jî bikarbînin, ew kesên wilo tucaran baqij nabin.
Ez bi kurtasî bibêjim; xeta Şivan Perwer di afirandina huner de netewî ye. Hemû berhemên Şivan Perwer ji hevdu veçirin lê hûn tucara pergî helwestên ku li dijî Doza Kurd û Kurdistanê nebînin. Heke Şivan Perwer şaşîyên sîyasî dike, ew şaşî yên sîyasetê ne. Tevger û komikên Kurdan hergav xwestine Şivan Perwer ji hêla sîyasî de li ba wana cîhê xwe bigire. Gava ku Şivan li cihekî  cîhê xwe girt jî, ew dibe neyar û mixalifên hêzên din. Ango Şivan bi kuderê here, çi bike û çi bibêje, ew ê hinek mirov devbiavêjin Şîvan.  Ji ber ku ev helwest bi dîtinên sîyasî tê pêşkêş kirin, zû li hevdu diherbile, dibe tiştekî din û dixwaze hunera Şivan Perwer vala derdixine…
Ev nêzika sîh û penc sale ku ez Şivan û malbata wî ji nêzik de nas dikim. Min hergav xebata Şivan şopandiye. Ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku Şîvan di hunera xwe de ji xeta netewî dûr neketiye. Kes nikare bibêje ku Şivan li diji zimanê Kurdî, gelê Kurd, kultura Kurdan, doza Kurdistan yek gotin an jî dîtinêke nêlirê pêşkêş kiriye. Şivan ji xeta xwe ya netewî tucara nepengizîye. Tucaran neketiye xizmeta neyarên Kurdistanê…Ez bi dilgermî dibêjim; heke rexne li siyaseta Şivan were kirin, divê em pêşî rexne li tevger û rêxistinên siyasî bikin. Yên ku Şivan Perwer xistine nava diranên mengena qeseban, ew rêxistin bi xwe ne. Hemû rêxistinan xwestine sûdê ji huner, nav û xebata Şivan Perwer bigirin, hinekan xwestine nakokîyên nav xwe bi rîya Şîvan Perwer bînin holê…
Min beriya sîh salî (1983) nivîsek li ser huner û xebata Şivan Perwer nivisandibû.  Di pirtûka min ya bi navê Kultur û Raman de ev ditîn hene. Li vir bi kurtasî ez dibêjim; xeta Şivan Perwer di huner afirandinê de netewî ye, ez hêvidarim ku Şivan Perwer vê pozisyona xwe tucara jibîr neke. Dîtinên ku min beriya sîh salî anibûn ziman, ez li vir careke din dubare dibêjim; Şivan tev hemû kêmasiyên xwe ji hêla huner de nestêleye û ev hergav hunermendê netewa me ye! Şivanê me yek e û heta nûha jî nebûne dido! Lê zikreş, fitne û fesadên me bûne bi hezaran! 

Ciziri: Çiroka Şivanê Me

Yorumlar

Image
MEHMET AYAZ
08.07.2014 / 16:27

Seeta te xweş Şerafxan Cıziri.

Yorum Yaz