matesis
dedas

Hilînin Hilînin…

Hilînin Hilînin…

Hilînin Hilînin…
Li bajarekî Elmanya Kurdên penaber festivalek gelerî lidarxistibûn. Hemû kesan wê li gora zanebûn û jêhatbûna xwe alikariya vê festivalê kiribana. Karê hevbeş li ser vî bingehî hatibû belavkirin. Di bin vê sloganê de; çi ji te bê wî bike! Hemû kesan li gora xwe karek ji xwe re ditibû… 
Roja festivalê hemû kesan li gora bernamê cihê xwe girtibûn û ha ha dixebitin.
Xanimeke Omerî ji gundê Xerabebaban çêkirina nanê şikeva girtibû ser xwe. Wê xanima delal ji serê sibehê de destpêkiribû û heta ber êvarê nanê şikeva dipêja. Dinya germ bû lê Xanîma Xerabebanî bêwestan nanê silê dipêja û keşî ser hevdu dikir. Keşîya nanê wêna têra xwe bilind bibû. 
Hevalan jî ev nan li goşt dipêçan û difirotên beşdarvanên festîvalê… Armanc alikariya tevgera Kurdan bû…
Heta ber êvarî Xanima Xerabebanî karê xwe bi kêf dikir û diberê jî xwêdana ser rûwê xwe paqij dikir. Di ber xwe de digot; ez ji xizmeteke ji welatê xwe re dikim. Ev ji min tê…
Di vê navê re xilbe xilbek li beşdarvanên festîvalê ketibû. Beşdarvanan ji hevdu re digotin; vayê Medya TV hatiyê û wê hinek dimênan ji bona nûçeyên êvarê bigire. Kameravanê Medya TV hêdî hêdî berbî konê ku nanê selê lê dihate pêjan de dimeşîya û dimên digirtin…
Li ber konê nanê sêlê kameravan sekinî û li derdora xwe temaşe dikir. Di navê re pîrekeke Torîyan hat û xwe da pêş. Zend û bendê xwe hilgavtin, bi dengekî bilind lîland û berê xwe da kon. Ev xanima bi dek û dolab, bi fên û fût, bi xezeb hat û li bin kon dehfek da Xanima Xerabebanî. Ew ji ber nanê sêlê bi dûr xist. Xanima Torî di berê jî digot; hilînin, hilînin, ev nan ji bona Kurdistanê ye! Xanîma Torî kete ber sêla nanê şikeva, nan dipêja û dubarê digot; ev nan ji bona Kurdistanê ye, ev nan ji bona Kurdistanê ye!
Kameramanê Medya TV jî ji nêzik de ev Xanima Torî girt kodika kamera xwe…
Xanima Xerabebanî behetî mabû…
Festival berbî êvarê de belav bû û hemû kes çûn malên xwe. Gava nûçeyan êvarê destpêkir, Medya TV jî qala festivalê dikir û bi coşeke mezin dimên ji festivalê pêşkêşî temaşevanan dikirin. Di berê jî dimênên Xanima Torî û kêşiya nanê wêna li ser hevdu didan temaşêvanan! Nûçevan qala ked û fedakarîya jînên Kurdan dikir! Temaşevanên Medya TV bi heman hestên Kurdperwerî digotin; bereketa Xwedê li jinên Kurdan be! Hûn dibînin bi çiqasî xebatkar in û xwediyê kedê ne? Ma bi rastî ne wilo ye? Digotin.
Xanima Xerabebanî jî li nuçeyên Medya TV temaşe dikir û li ser halê xwe diponijî; kêda min hinekên din ji xwe re birin digot! Ma ev dadmendiye! Ma çawa qala ked û wekhevîyê dikin! Ma welatperwerî ev e? Xwedê mala kedxwarên xerab bike Rebî digot!..
Veca gelî xwendevanên hêja, rastiyek tevgera kurdan heye ku divê em vê rastiyê bi dengekî bilind dubare bikim; tevgera kurdan weke mêşên gingiv, bi hosteyî bi tonan hingiv ji me re çêkirîye. Ev hingiv bi keda salan hatiye ser hevdu. Divê em lê miqatebin…
Lê mixabin ev hingivê ku bi salan hatiyê çêkirin, gelek caran hirçên hov vî hingivî dixwûn! Hingiv gelek caran ji devê wana diherike çep û rastên wana! Tucara wana xwarina hingiv heq nekiriye!.Lê hûn dizanin gelo bê tiştê helî xerab di vir de çiye? Ev hirçên hov vî hingivî gelek erzan dixûn! Hirç gelekî hej xwarina hingiv dikin! Çend carekî ew bibêjin; hilînin hilînin ev hingiv ji bona Kurdistanê ye, em ji bi vê gotinên wana zû tenê xapandin. Heger hinek navê kurd û Kurdistanê çend caran dubare bikin, em dibêjin qey; keleh hatiye safî bûye!
Bahwer bikin ev hirçên hov carna gotina Kurd û Kurdistan jî baş nabêjin. Hergav jî destên wana dinava hingiv de ye!
Şaşî ji xwe aha di vir de ye…
Hilbet di vir de rola siyaset û medya kurdî jî heye. Heger sîyaset û medya kurdî, bi hişmendî an jî bê hişmendî bibe alaveke propaganda ji bona kedxwûran, divê em hevdu rexne bikin, em hevdu şiyar bikim. Heger tevgera Kurdan li ser ked û tabe mirovan formasyona xwe bigire, wê gavê bahweriya bi dozê xurtir dibe. Bîrdozîya kedkaran hîna xurtir şax û perê xwe berdide nava çivakê. Na, heger tevgera Kurdan ya legal û demokratik formata xwe li ser kedxwûran û dizên kedê bigirê, ji aliyê etîk û temsilî de ewê tevger jar bimîne.
Di wexteke duvdirêj de, ev helwesta hirçên hov, çalakiyên ji bona doza kurdan bingehê xwe yê exlaqî winda dikin. Xebata sîyasî ji aliyê bîrdoziyê de bê wate dimîne. Tevger dibe tevgereke ji rêzê û bêtir dişibe tevgera serdestên welatê me…
Ji bona ku ev tahlûke û şaşîyên kûr nekevin nava tevgera Kurdan ya legal û demokratik, ji bona ku di vir de ji xwe re hêlinekê çênekin, divê kedkar xwedî keda xwe derkevin.
Ma ew li bendî kê ne gelo? 

Yorum Yaz