matesis
dedas

Porê boyaxkirî

Porê boyaxkirî

Li herema Torê stranekî govendê ya navdar heye. Dibêje; “xulam çavê kilkirî, wî porê boyaxkirî” ji stranbêjê zilam mirov baş fêm dike ku ya ku porê xwe boyaxkirî ye jin e. Bi tevahî di civata kurdan de jinan xwe dixemilandin. Helbet xwe xemilandina zilaman jî heye. Lê em dizanin ku xemilandina jinan di hemû civatan de adeteke rûniştiye, xwedî kok e û kes vê yekê wekî kêmasiyekê jî nabîne. Ez nizanim çima, lê belê jin û xemilandin di civatan de piralî û bi hevdu re hatiye pejirandin, bûye mode, bûye bedewbûn, bûyê pênasîn û ketiye nava pîvanên estetîkî.

Ji bo ku di heyamên berê de boyax ne gelekî hebû, jînên kurdan porê xwe hine dikirin. Helbet rengê hinê li her kesî nedihat, nakokiya rengan derdiket holê û ji dêvla xweşikbûnê, hinek dibûn qirdik… 

Lê wan di xwe dernedixistin ku ew bûne qirdik, ku reng û hevdengiya xwezayiya wan deforme bûye.

Aşkeraye ku di civata me de hinek zilaman jî, rih û simbêlên xwe hine dikirin. Lê xuyaye ku ev adet niha ne gelekî populer e. Li şûna hinê, îca boyaxa şîrketên ewropî di nava zilaman de belav bûye. Yên ku boyaxa şîrketên ewropî bi dest wan nakeve jî, bi hêsanî li şûna vê boyaxe, boyaxa solan bi kar tînin!

Boyaxa solan di porê xwe didin!

Di vir de bêhemd lingan û serî cih guhertine!

Behna nexweş bi behna xweş cih guhertiyê…

Bedewbûn û mekrohiyê cih guhertine!

Zilamên ku di civata me de porê xwe boyax dikin, çi peyamê dixwazin bidin derdora xwe ne diyar e… Ji ber ku porê boyaxkirî wan bi hêsanî dide dest. Porê boyaxkirî xwe aşkera dike! Heger mebesta mirovan veşartina temenê wan be, ji xwe ew bi vê yekê xwe didin dest! Ma kî dikare porê boyaxkirî veşêre? Heger mebest bedewbûn be, min heta niha nedîtiye ku porê boyaxkirî û rengên xwezayî hevdu temam kirine. 

Naxêr!

Porê boyaxkirî û rengên zilaman, xwezayîbûna wan û biriqandina boyaxê qet li hevdu nake. Zilam, bi porê boyaxkirî mekrohtir dibin û li xwe mikûr tên…

Bi boyaxkirinê porê xwe zilam çi dixwazin veşêrin? Ma qey civat tewtewe ye? Her kes dizane ku dew birayê mast e! Porê boyaxkirî nikare tiştekî veşêre, ew her tiştî dide der!

Aşkera ye ku bi boyaxkirina por re mebesta veşartina hinek tiştan heye… Lê gava ku mebesta mirovan veşertina tiştekî be û civat bizanibe bê ka ev tişt çi ye, ma wê gavê rewşek çawa derdikeve holê? Di vir de veşartin nagihîje armanca xwe û civat jî bi vî tiştê veşartî bêtir aşkera dibe!

Her tişt misogertir dibe! Derdikeve rastê…

Ango veşartina porê spî tucaran nagihîje armanca xwe û zilamên porê wan boyaxkirinê xwe bi xwe didin destan!

Werhasil: Berê zilaman li ser jînên ku porê wan boyaxkirî bû, stranên şahiyan digotin. Niha jî dê di nava kurdan de modeyek nû derkeve holê. Îca dê jin li ser zilamên ku porê wan boyaxkirî ye stranan bibêjin!

Bi Elah wekil dê kurdên me yên Başûr ji keyfan re simbêlên boyaxkirî babidin! Porê xwe yê boyaxkirî jî li ber ba hilorî bikin!

Yorumlar

Image
bımeş
17.07.2013 / 19:07

bımeş rast bımeş tu xar ne meeşe bı leziiiineeeeee bı leziiiineeeee tev tev tev malamine merhaba zılam

Yorum Yaz