Ramûsanên Pêtî

Sernivîsek çawa bavêjim ji bo te
Bi vegotinek çawa te vebêjim
Bi kîjan pênûsê
Li kîjan lênûskê
Ez te çawa biresimînim?
Bi destên bi salan ji te dûrketî
Yan bi vî dilê bi te gihîştî?
Vay dîsa ramûsan li hev kom bûne
Pêtan di nav xwe de dirijînin
Dixwazim bi wan re derkevim şevînê.
Li kêleka çemê evînê
Daxwaz dikim birqeke ji te
Ristikekê ji ramûsanên te
Çêkim û têxim stûyê salên bêyî te.
Dilxwazim janên jîndar tev bikujim
Nebînim tu car gerasîskên ji hestan
Û bes rûqalî tenêtiyê bibim
Heta ku bigihîjim xwêdana pevrebûnê.
Ez ê li ser delavên çeman kulîlkên awirên te biçînim
Û li ser rûyê erdê kûzê romantîzmê bişikînim.
irfan CANGİR
07.07.2014 / 23:13Sılav u rêz mamostê delal.. Ez te û vê xebata te piroz dikim.. Ez her serkeftin ji tere dixwazim..
mahsum okyar
03.07.2014 / 15:01sılav jı tere mamoste . Carna wexta go ez firsat dıbinim ez nivisê te duxwinım .ez pır dıecıbinım nivisê . jı ber go ev xızmeta wêni lı ser zimanê kurdi ez gelek spas dıkım u ji ber go ez yeki wek te nazdıkım ez pır dıl xweş u ser bılındim mamoste. carna wê wexta go ez dıştexılım ez şıtexaliyê xwe dınerım ez gelek şitexaliye turki dibejim ji ber wê ez ji ber xwe fedi dıkim go ez nizanım zimanê xwe. li wê nıvisamin ji belki hayêmin ji tunne xwedê zani mì çıkas xelet kıryı.mero cawa bıkı ji ber go em zımqnêxwe baş bıelımin blez gelek dıxwazim kurmanciya akademik bıştexılim . ez dıxwazim tu rêyek lı ber me xı.