tatlidede

Tu bi xêr hati demsala piroz

Tu bi xêr hati demsala piroz

Va ya Hat,

Mifteya radoha deriyê Bihuşta Îremê hat,

Dergûşa lorîna ayetên Quranê; navnîşana şeva bedêla emreki hat,

Va Ya Hat;            Bêndera xêr û bêran hat; ew bêndera giranbiha ku penûsên ferişteya ji nivisa xêrên te bêhêz in.

Tu bi xêr hatî, siltana 11 mehan, meha Quran û ummetê, meha şeref, rûmet, bexşandin, hîdayet û zikatê, meha sebr û semax, xêr û şerefê,

            Tu bi xêr hati mêvane delal, çaven me li rêya te bûn belbelisk, dilê me bi evîna te ve mabû girêdayî,

            Heft xweziya me bi me ku tu ji me re bûyî mêvan û em ji te re bûn mazulvan.

            Tu bixêr hatî ey meha bedr û fethê, meha wahy û Quranê

Were! bê çawa tê zahr û zimane me ji xwarin û vexwarinê biparêzê, hiş û sewdanên me, bîr û baweriya me, tevger û lebaten me jî bi pareze ji çiqas tiştên Xwedê ji wan ne qayil,

            Were! dilê me ku bi tawanbariyan hişk û tarî bûne bi nûra Quranê rohnî bike,

            Merhaba Ey Meha azadiyê, were rihê me ji bindestiya azweriyê, ji koledariya şeytanên ins û cin û kesîtiya bêbawerî azad û serfiraz bike.

            Radoha deriyê bawermendiyê li ber me veke, nîrê bindestiyê li ser milê me rake; kilaven koledariyê ji stûyê me derxe:

            Were ! meha cihadê, di paşerojê de me bi te Bedr û Mekih, Quds û Endûlûs fetihand lêbelê îro di dewsa simên hepse Silhaddinê Eyyûbî de potînên bênimej û bêbawera digerin, axa pîroz dibin pehniyên lewitî de te eciqandin.

Were! bi beşişandina xwe, carek din ji caran, neviyê Selahaddin bi mertalê baweriyê hezdar bike.

            Tu bixêr hati mêvane birûmet. Meha biratî, aşitî, bexşandin û perestiyê. Hezên me mina pispisikên payizê ber bi hawa bûn, hêviyên me wek keremberê hişk li ber bablisokê tert û belabûn: Serê me yê bilind li ber dijminê İslamê hate tawandin, carekî din bi nefesa xweyî ma’newî rûyê me sipî bike, dilê me geş û şa bike.

            Meha pîvana wekhevî û dadmendiyê, ev çend sale tove wekhevî û adaletê di nav axa ummeta İslamê de be’ecî maye, dewlemend û maldar bitir bûn, hêja û feqir ji feqirî ji dîn derketin, were adaleta Omer carekî din rake ser pîya.

            Were! refên ummetê  belavbûyi kom bike, ummeta sewi mayi hemez bike, derden kûr derman bike, dijminati û neyartiyê ji navbera me rake, biratiya olî di nav me da carekî din saz bike.

            Were! ummeta bindest ji vê gerdava teng xelas bike, bawermendên bêkes û bêkûs mayi dibin hinkayiya konê baweriyê de kom bike: Heza azadiya İslamê geş bike, ewrên bêbaweriyê li ser welatê me bi qewirîne, xwîn rijandinê bi dawi bike, çaven dayikan bihestir ziwa bike, xewn û xeyalên me bi xemlîne, ji bedêla xûmexûma çekan awirawûra tavên rehmê geş bike.

            Were! bibe sedema jiyanekî azad ji bo ummeta Muhammed, belav bike ewre kufr û zilmê, xira bike keleha sitemkarî û newekheviyê, ava bike keleha biratiya İslamê.

            Were’ ey mêvanê birûmet û siyanet, di nabra biran de xwîna li herk bi sekinîne, xeydoka li hev bîne, adet û kevneşopiyên heyamê xeşimiyê hilîne, qizen tazi bi devrûka heya ye bi nûxûmîne, xorten aware bi exlaqê İslamê biedilîne, kalen re şaş û xilmaş hişyar bike,

Were!  sewiyê li ber dîwara mayi bisitirîne, xiret û namûsa di bin piyada mayi bipareze, ala İslamê li çar aliyê welatê İslamê daçikîne.

            Were bi xwendina Quranê dilê me bihevre germ bike, bi kirîna terawiha têkiliyê me xwirt bike, bi dana fitre û zekatê dilê nerm bike, dîware di navbera maldar û hêjaran de hûnayi ji erq hilbike.

Bi kirina ibadet û perestiyê mizgeftên me yî vala mayî tijî bike, bi bang û salawatan ewrê tarîtiye bela bike. Bi ef û mexfireta Xwedê gunehên me bibexşine, nexweşê me sax bike, bi dûa û niyaza gorna miriye me bike rewdek ji ya Cennetê, bi girtina rojiyê deriyê Cennetê li ber me veke yê Cehennemê li ber me asê bike.

      Jiyana me bi girtina rojiya te wê herdem bibe Remezan

 Tu jî di exretê de xelata ibadetê me bigerene Reyyan

Yorumlar

Image
mihama
03.08.2012 / 03:42

ci niviseke xwese seyda xweda ji tera razi be ... <br>Rahme we li serte ji be

Yorum Yaz