Albuma duyem ya Jan Arslan ‘Xewrevîn’ derdıkeve!
Jan Arslan ku bi albuma xwe ya yekem “Evînperwer” ji alîyê hezkirîyên mûzîkê û rexnegirên muzîkê ve hatibû ecibandin, albuma xwe ya duyem jî temam kir. Hilberînerê albuma ku bi navê “Xewrevîn” derdikevê Ayhan Evci ye, album bi etîketa Pelrecordsê digîhîje guhdarvan û hezkirên muzîkê.
Di vê albuma ku bi şêwaza Pop-Rock hatîye amadekirin û bi piranî melodîyên akustik hatine bikaranîn de şîrovekirinek bi hêz û gotinên strana balê dikşîne ser xwe. Di albumê de bi giranî bikaranîna mijarên melodik, deng û hestek germ derdixîne holê. Stranên albumê carna guhdaran dike nav hesteka evîneka mîstîk, carna kenê zarokek di nav şer de û carna jî dibe kevîya qêrîna mirinê.
Hemû qeydên albûmê li Hamburgê çêbûne û derhênerî û sazkirina albumê ji alîyê Ayhan Evcî hatîye çêkirin.
Di vê albûmê de gitarê gîtarîstên li Almanyayê van demên dawî bi nav û deng e, Jonathan Warner lêxist. Muzîsyenên bin av û deng yên wekî Chris Control, Martin Drees, Chris Harms, Tobias Heinshon, Gerrit Heineman, Wolfgang Meyer zu Eisen û Leandro Saint-Hill jî kedên xwe piştgirîyek girîng dan albumê.
Li du albuma xwe ya “Evînperwer” ku ji alîyê çapamenîyê ve alaqeyek mezin dîtibû û ji alîyê hin malperên înternetê wekî albuma herî baş yê salê hatibû hilbijartin, bi albuma xwe ya duyem “Xewrevîn” de jî di rêya muzîka kurdî de bi aramî dimeşe
Albuma “Xewrevîn” ku ji alîyê Sony Musik tê belavkirin, li hemû marketên muzîkê yên tên zanîn, ji platformên dijîtal yên muzîkê, li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.
Kaynak: Mardin Life
Yorumlar
0 yorum