Danasîn Stêrken Bihîştî derket
Pirtûka Rojbîn Ozkan ya duyem Stêrkên Bihîştê ji nav weşanên Nûbiharê de derket. Nivîskar di vê berhema xwe de qala jîyana Hz. Asîya, Hz. Hacer, Hz. Meryem, Hz. Xedice, Hz. Fatima û Hz. Eyşe dike....
Mafê ku tu dînên din nedabe jinan di dînê îslamê daye jinan û wan rûmetdar kiriye.Vêca pêwîst e ku cîvaka îslamê mafê jinan baş bizanibin ku dînê heq û Qur’ana pîroz gelekî qîmet daye û ji bo aramiya civakî bilind nirxandiye.
Ji ber vê divê em jiyana van kesayetiyên pêşîvan jî baş bizanibin. Kengê me zanî weynê (rol) Hz. Xetîce di dîroka Îslamê de çi ye, emê wê hingê baweriya xwe bi hêz û giramiya jinan bînin. Kengî me fêm kir xizmeta Hz. ‘Eyşe ya ji bo perwerdekariya îslamê çiye emê wê hingê baweriya xwe bi hiş-mendiya jinan bînin.Kengî me têkoşeriya Hz. Asiyeyê ya li hember Fir‘ewnê zalim fêm kir, emê wê hingê baweriya xwe bi berxwedana jinên misilman bînin. Kingê me radestiya Hz. Hacerê ya li hember emrê Xwedê û Peyxemberê wî Hz. Îbrahîm zanî, emê wê hingê baweriya xwe bi hêwera (cesaret) jinan bînin.Kengî me fêm kir dayika Hz. Meryemê çawa keça xwe daye li ber xizmeta dîn, emê wê hingê baweriya xwe bi dayikatiya jinan bînin.
Û kengî me fêm kir keça mezinê me Qasidê Xwedê (s.), Hz. Fatîme ji bo rizayê Xwedê çawa şevên xwe bi îbadet û bê xew derbas kiriye, emê wê hingê baweriya xwe bi fedakariya jinan ya ji bo dîn bînin