tatlidede

Piştî qedexê Kerboran

Qedexeya ku19 joj bû li Kerboranê didomiya hat rakirin. Piştî rakirina qedexeya derketina derve hat dîtin ku gelek mal zirar dîtine, wesayît şewitîne û her wiha heywan telef bûne.
  • 31.12.2015 21:54
Piştî qedexê Kerboran

Li Kerborana Mêrdînê 19 roj ewil ji teref PKKyiyan ve li Taxa Safayê kort hatibûn vedan. Piştî vê yêkê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Ev qedexe doh hat rakirin. Hat dîtin ku ji ber pevçûnan gelek mal zirar dîtine, wesayîtên ku wek berîqat hatibûn bikaranîn şewitîne. Her wiha gelek ajal jî telef bûne.

Walîtiya Mêrdînê daxuyanî dabû ku di van 19 rojên ku qedexeya derketina derve didomiya de 36 PKKyî hatibûn kuştin,13 PKKyî birîndar bûbûn. Di daxuyaniya walîtiyê de hatibû diyarkirin ku siwîlek jiyana xwe ji dest daye, 4 polês û 8 siwîl jî birîndar bûne.
Di Taxa Safayê de ji ber ku PKKyiyiên li wir bicî bûbûn gule hatibû berdan, bombe û tûp hatibûn înfilaq kirin. Ev yek jî bûbû sedema xisar dîtina gelek mal, wesayît, ceyran û dîrekên telefonan. Her wiha hat dîtin ku mizgeftek jî ji ber ku pir zirar dîtiye nayê bikaranîn.
Heta dawiya qedexê heywanên hinek malbatên ku nedikarîna biçin malên xwe telef bûn. Di nav heywanên ku telef bûne de çêlek, bizin, ker û mirîşk hene. Her wiha gelek kevok û çûk jî telef bûne.

Jinek diyar kir ku 19 roj di mala xwe de bê ceyran dorpêçandî mabû.  Ji bo vê yekê bertek nîşan da. Dûvre pîrek axavtina xwe wiha domand: “Em 19 roj di mala xwe de dorpêçandî man. Tu kes nehat alîkariya me. Êdî em di navçe û taxên xwe de şer naxwezin.”

Jinek din a ku di dema qedexê de mala xwe terk kiribû wiha axivî: “Êdî bes e. Bila ev bûyer xelas bibin. Em mecbûr man ku mala xwe terk bikin. Dema ku em hatin me mala xwe nas nekirin. Em naxwezin êdî tu kes bimire.”

Yorum Yaz