tatlidede

Xurs (Ğurs) Gurs Köyleri / YEŞİL XURS Vadisi 12 Köy Tanıtım Bilgileri

Doğa harikası Gurs (xurs) Vadisi doğa tutkunlarını ağırlıyor. Medeniyetlerin beşiği tarihi Mardin'de iki dağın arasında bulunan, 12 köyü çevreleyen Gurs Vadisi, doğal güzellikleri ile adeta büyülüyor.
  • 08.01.2023 01:20
Xurs (Ğurs) Gurs Köyleri / YEŞİL XURS Vadisi 12 Köy Tanıtım Bilgileri
Mardin'den Kızıltepe'ye giden yolun 7'nci kilometresindeki bulunan vadi, şelalesi ve yeşil alanlarıyla doğa tutkunların gözdesi oluyor.
Xurs, li Qosera Mêrdînê ji bona komek gundan tê gotin. Bi temami 12 gund in. Di hundirê newalekê de rêzbûne. Her 12 gund jî aboriya xwe bi titûnê pêk tînin û titûna xursê gelek navdar e.
Gav a hûn ji navçeya Qoserê, bi tirimbêlên xursê bi rê dikevin, tirimbêl ber ê xwe dide ber bi hêla bakur ve û di sêrêka Mêrdîn re derdikeve... Yê ku nizanibin dibêjin qey wê tirimbêl wan bibe bajarê Mêrdîn. Lê dema dighêje ber "Ziraat okulu" (dibistana çandinîyê) - ji çend salan virve êdî ew der wek tabûra leşkerî hatîye veguhertin, wek tê zanîn, dewlet gelek kargeh û fabriqeyên bi vî rengî, ji xizmetê girtîye û kirîye herêm û parastgeh a leşkerî-îca berê tirimbêlê bi hêla çepê ve di zîvire û ber bi çiyan ve di meşe...
Gund ê ku berê derdikeve pêşiya we bi xwe "gund ê Hecî Faris e" bi hêl a rojavayê başûr ê xwe bi ser "herzem"an bi navekî din"şêx tajdîn"veye. Hecfaris, li pal a sikur a qerraşan ava bûye. lê gund ê şêxtajdîn, hîn ber bi jêr ve dimîne, dikeve zik ê newalê. Her wiha li qerax a çem ê xursê hatîye avakirin... (heger çewtî hebin, biborin û ji kerem a xwe re sererast bikin)
Ğurs Vadisi keşfedilmeyi bekliyor
Rê di ber Hecfaris re dîsa bi hêl a çepê ve dizîvire, li daw a sikur a qerraşan di fetile, piştî qiyameyek kurt, îca ber jêre datê, di ser "boriya senteralê" re derbas dibe (berî ku ceryan ji kendav a kebanê were anîn, di binya gund ê Hemziyan re hilberîngeh a elektrikê hebû û bi ava wê boriyê di xebitî, lê piştî hatin a ji kebanê, îdin hate betalkirin, niha Xwedê zane wek gelek avahiyên herêmê bûye hêlîn a mişk û ma'ran. . . )
Di vê navê de divê merev bêje ku li kuraya newalê çem ê Xursê û dehlên qeraxên çem xuya dibin. Piştî ku merev di çengoyekê re di zîvire û îcar ber ê xwe dide qiyame (berjore)yeke din, li mil ê çepê gund ê Hemziyan derdikeve pêşiya merev. Jixwe avahiya van gundan bi gelemperî di yek tayî dene, ango xanî û avahî zor di şibin hev. Kevirên"şehkirî" berê bi kils û nikkarê, van çend salên dawî bi perakêt û qûm û çimento hatine lêkirin. . .
Li pêy Hemziyan îca piştî fitleke din merev dighêje Elîpaşa... ew jî li mil ê çep ê riyê dimîne. di vê navê de ji dûr ve Xursanavê, bi minareya mizgeft a xwe xuya dibe. her wiha hemû dehl, rez û çandiniyên zeviyan li ber çavan xwe radixin.
Dar û berên zeytûn, hejîr, dilb, kenêr, behîv, bihîvtalk, guhîj, teew, guz, mişmiş, sipîdar, helalk, dêlî û mêwên rezan, bîh, qizwan, beniştok, berrû, ber bi bilindahiya çiyan ve mazî, encas, xox, hirmî, sêv û hin cure darên din ku niha nayên bal a min newalê di xemilînin...
Ji gund ê Hecîfaris heta bighê Elîpaşa, li herêmê wek"Xurs a jêrîn"tê bi navkirin. Ji Xurs a navê re jî;ji ber ku li navbeyn a gundên jêr û jor e; "Xurs a navê" ango Xurs a ku li nava gundên Xursê dimîne hatîye gotin. Xurs a navê;li ser panavekê ava ye û li ser du çeman e... Çemek jê ji hêl a gundên Xubaz tê, ji kaniya "eynmecnûn" dertê, çemê din jî ji Xurs a jor, ji ser ê kaniyê dertê. piştî merev Xurs a navê derbas dike; rê ber bi bakur ve dighêje herdu Xubazan. yek Xubaz a jêr, yek jî ya jorîn tê zanîn. bi hêl a çepêde rê îca li dor a kela şêxilqesir di fetile û dighêje gundik ê Çelebiyan.
Merev wir jî derbas dike, îca rê piştî" kevir ê idêska" dibe du şaxan; hêla rastê Meşkîna û Heftêxwehan, hêl a din jî dighêje gund ê İzêr. divê merev bêje ku di ser pir a gundê izêr re du sê mal ava bûne. ji wê derê re jî di bêjin"Eyşibîb"... Ew rêya ku li binya Eyşibîb dîsa dibe du şaxan, şax ê çepê, diçe gund ê Bavina û yê rastê jî diçe dighêje Gund ê Izêr.
(Haluk Örnek / Hüseyin Aslan)
 

Editör: Nezir Güneş

Yorumlar

Image
Gabriel Yavno
25.10.2022 / 14:45

Xurs (Ğurs) Gurs Köyleri / YEŞİL XURS Vadisi 12 Köyü Tanıtım Bilgileri<br>Doğa harikası Gurs (xurs) Vadisi doğa tutkunlarını ağırlıyor. Medeniyetlerin beşiği tarihi Mardin'de iki dağın arasında bulunan, 12 köyü çevreleyen Gurs Vadisi, doğal güzellikleri ile adeta büyülüyor. 07 Haziran 2022 15:00 KURDÎ YAŞAM Köyler.<br> Sayın Yazar.... <br>Bu yazınızı gördüm ve yazıyı okuyamadım ama başlıktan anladığım kadarıyla bu on iki köy Kürtlerin olduğunu söylediniz acaba Kürtlerin eline ne zamandan beri geçmişler ve yahut zorla alınıp sahiplenmişler onu söylemediniz ? Bu köylerin asıl sahipleri olan Süryaniler olduğunu yazmamışsınız bile...? Gerçek kadar güzel bir şey olamaz... saygılar iyi çalışmalar diliyorum

Yorum Yaz