matesis
dedas

“Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe”

Mehmet Yavuzê Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Wanê di bernameya ku beşdarî bû de destnîşan kir zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimaneke ku nayê zanîn tê wesfandin.
  • 04.06.2018 20:02
“Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe”

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku li Wanê beşdarî bernameya nasandina nazmedên partîya xwe de balan kişand li ser helwesta TBMMê ya derbarê zimanê Kurdî de û destnîşan kir “Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe.”

Bernameya nasandina namzedan bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Yavuzê ku beşdarî bernamê bû destnîşan kir ji sekinandina xwîna ku diherike pê ve em siyaseteke din a mezin nizanin û ew kesên ku çekan didin destên xortên me ne dostên me.

“Zimanê Kurdî di TBMMê de wek zimanê ku nayê zanîn derbas dibe”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bo siyaseta ku qirêj bûye paqij bikin dane rê û dû re wiha axivî: “ Zimanê însanekî wek şîrê dêya wî pak û paqij e. Niha di TBMMê de dema ku bi Kurdî çend gotin tên gotin wek zimanê ku nayê zanîn di zabitnameyan de tê qeydkirin. Em wek HUDA PARê dibêjin çima zimanekî ku ji teref bi milyonan welatî ve tê axavtin çima di zabitnameyan de wek zimanê ku nayê zanîn tê qeydkirin. Ew ê HUDA PAR li vî welatî problema Kurd ji rastê rabike. Lewra kesê ku vê heqê daye me Xwedayê ku Heq bi xwe ye. Em ê di pêvajoya amadekirin makeqanûneke nû de bi şikleke çalak cî bigirin.”

Yorumlar

Image
Ahmed
25.04.2019 / 22:11

Sanki çokda kürtleri düşündüğünüz varda.90 yıllarda bile kurdider vardı. Akp geldi onuda kapattı sizde dün olduğu gibi bugün de secim için akpye çalışıyorsunuz.Akp nin kuyruğu olmussunuz.

Image
Drk47
21.04.2019 / 12:23

Akp zimane kurdi inkar dike, dibeje zimanê ku nayê zanîn, hunji hevpariya akp dike.hun ne doste kurda ya, em we nasdiki.

Yorum Yaz