tatlidede

Zimanê Kurdî mijareke stratejîk û di ser siyasetê re ye

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî ji Rûdawê re ragihand, divê hêz û partiyên Kurdistanî zimanê Kurdî weke “mijareke strateîjk” bibînin ne takîtî û got: “Zimanê Kurdî di ser siyasetê re ye, divê wisa were dîtin. Zimanê Kurdî bi hebûna milletê Kurd ve girêdayî ye.”
  • 25.06.2020 19:47
Zimanê Kurdî mijareke stratejîk û di ser siyasetê re ye

Hejmarek parlamenterên HDPê, daxwaz kiribûn ku li Tirkiyê roja zimanê Kurdî 15ê Gulanê di nava lîsteya Roj û Heftiyên Diyar de cî bigre, lê ev daxwaz ji aliyê Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ve bi hinceta ku “ne li gorî Destûra Bingehîn e” hat redkirin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî îro li ser mijarê beşdarî Bultena demjimêr 15:00an a Rûdaw TV ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû, ku ji aliyê Hêvîdar Zana vet ê pêşkêşkirin û ragihand, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê têkildarî daxwaza parlamenterên HDPê ya bo zimanê Kurdî, bersivek fermî di çarçoveya qanûnên heyî de daye.

Şerefxan Cizîrî diyar kir, Wezîrê Perwerdeyê bersiveke fermî daye, li gor mentalîteya hakim li Tirkiyê bersiv daye, lê nakokiyek heye, ji ber tevî ku Qanûna Bingehîn gelek tiştên Kurdan red dike, lê hin tişt hene ku niha di pratîkê de li Tirkiyê pêk tên û hene.

Cizîrî têkildarî wan tiştên ku di pratîkê de hene û destûra Tirkiyê rê nade wan, amaje bi hebûna televîyona Kurdî ya dewletî kir, ku 24 demjimêran weşanê dike û pirs kir, gelo mirov dê çawan vê yekê şirove bike.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî herwiha diyar kir, li Tirkiyê niha perwerdeya bi Erebî, Fransî û Ingilîzî û pêkhateyên din ên weke Ermenî û Suryanî heye, herwiha dersên bijarte yên Kurdî û dersa Kurdî li zanîngehê heye û destnîşan kir, li Tirkiyê rewşek nakok heye û tevî ku Qanûna Bingehîn gelek tiştên Kurdan red dike, lê belê nabe em dest danin ser dest û ti pêngavan nehavêjin.

Şerefxan Cizîrî da xuyakirin, ku hin tiştên erênî têkildarî rewşa zimanê Kurdî li Tirkiyê çêbûn û ew rewş vegerand bo dema destpêkirina reforman li Tirkiyê û got, bo demekê li Tirkiyê reform hatin destpêkirin lê piştî demekê rawestiya.

Cizîrî tekezî li ser hewldanên bo vejandina zimanê Kurdî ji aliyê xelk û sazî û partiyên Bakurê Kurdistanê kir û got: “Eger zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê lawaz ketibe, destpêkê divê Kurd ji xwe bipirsin. Divê sazî û rêxistinên Kurdî, gel, jin, zilam, zarok, pîr û genc ji xwe bipirsin. Berê dayik û bavan bi me re bi Kurdî diaxivîn, lê niha mixabin bi tirkî ye.”

Zimanê Kurdî ji bo siyaseta Kurdî

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi giringiya zimanê Kurdî ji bo hebûn û diyabûna nasnameya gelê Kurd kir û tekez kir, “zimanê me nasname û hebûna me û milletê me ye. Eger ji nav biçe, em dê çawa li cîhanê xwe bidin naskirin.”

Şerefxan Cizîrî derbarê rola siyaset û partiyên siyasî yên Kurd ji bo parastin û vejandina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê de jî got: “Partiyên Kurdî divê weke stratejî li zimanê Kurdî binêrin ne taktîkî, eger taktîkî be bi rastî şerm e. Zimanê Kurdî di ser siyasetê re ye, divê wisa were dîtin. Zimanê Kurdî bi hebûna milletê Kurd ve girêdayî ye.”

Cizîrî têkildarî hewldna û xebatên Platforma Zimanê Kurdî yên ji bo parastina zimanê Kurdî jî got: “Di platformê de me tiştên esasî hene, em daxwaz dikin zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û herwiha Saziya Zimanê Kurdî were avakirin. Hemû partiyên bi me re jî ew yek îmze kirine.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî tekezî li ser xwedîderketina li zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê hem ji aliyê gel û gem ji aliyê partî û rêxistinên Kurdan ve kir û got: “Ne tenê partiyên siyasî, divê milletê me jî li zimanê Kurdî xwedî derkeve. Xwedîderketina li zimanê Kurdî, mijareke exlaqî û moralî ye.”

Yorumlar

Image
Gamze karta
07.12.2023 / 17:42

Çok boşsunuz

Yorum Yaz