Polêsê ku birîna wî xedar bû şehîd ket
Li navçeya Nisêbînê polêsê ku di êrîşa biçek de giran birîndar bibû li nexweşxaneya ku tedawî didît cangorî bû.
Li gor agahiyan polês Yakûp Meteyê (20) li Miduriyeta Ewlehiyê ya bajarê Mêrdînê wezîfe dikir û li ser nifûsa Nîsêbînê qeytkiri bû dema çû mala bavê xwe yê li taxa Akarsûyê betlenê, rastî êrîşa biçek hat.
Mete piştî midexeleya ewil ya li nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Li vira digel hemû midexeleyan cangorî bû.
Kaynak: Mardin Life
Yorumlar
0 yorum