Belê, îro CHP ji bona parlamenterekî xwe ji Enqera heta Stenbolê meşek dadweriyê lidardixîne! Serokatiya vê meşê jî Serokê CHP Kemal Kılıçdaroğlu dike.
Kılıçdaroğlu di gelek pirsên sîyasî de weke Gezicîyan bêdeng mabû. Ji ber ku ew hevalên hevdu bûn!
Ev Kılıçdaroğluyê ku hinek ehmeqên fikrî wina binavê Gandî dişibinin, lê ew di eslê xwe de serokê partiya kolonyalistanê Tirkan e. Ew li kuderê û Gandî li kuderê ye! Kılıçdaroğlu qet ne weke Gandi serkêşiya miletê xwe dike. Ev miletê xwe temsil nake û ji koletiya Tirkan pêve jî tu rêyên din ji bona Kurdan rewa nabine. Kılıçdaroğlu Kurdekî Elewî ye û asîmîle bûye. Ew nedişibe Kurdên Elewî û ne jî weke Kurdan bi tevahî tevger dike. Weke ku tê zanîn Kılıçdaroğlu beriya hemû tiştan militarist e, artêşperest e, kemalist e û Tirkperwer e. Gandî jî aştixwaz bû, li dijî militarizmê bû, li dijî kolonyalizmê bû, Hindperwer û sivil bû.
Ango, ne li gora hemû pîvanan, ne jî li gora hinek pîvanan ev herdu serok qet neşibin hevdu!
Ma kûndir û xeyar dişibin hevdu? Ma kirkidan û meşa hingîv dişibin hevdu?
Gandi li dijî Kolonyalizma İngilıstanê serbixwebûna Hindistanê dabû pêşiya xwe. Wîna serokatiya partiyeke Hindi dikir. Rêberê miletê xwe bû. Lê Kılıçdaroğlu serokê partiya Kemalıstên Tirka ye. Ev Kemalist bûn ku Kurdistan werankirin, rêberên Kurdan daliqandin, komkujiya Dersimê û Geliyê Zilan lidarxistin. Kılıçdaroğlu serokê Partiya wan kujera ye… Serokê van kujera ye ku endamên eşireta wîna bi xwe dabûn ber guleyên miteralyozan.
Ma mirov ji kesên ku esil û feslê xwe înkar dikin re, çi dibêje gelo?!
We heta nûha qet gotineke tenê li miqabili bêdadweriya ku di derbara miletê Kurd de heye, ji Kılıçdaroğlu bihistiye? Tiştên ku Kurdan ji aliyê partiya Kılıçdaroğlu de bihistiye, heta nûha tenê gotinên vingîvala ne! We qet bihistiye ku Kılıçdaroğlu ji bona dadweriyê li Kurdistanê, ji bona maf û azadiyên Kurdan tiştekî watedar gotibe gelo? Di dinyaya dadweriya Kılıçdaroğlu de, ji xwe Kurd tune ne. Di dadweriya Kılıçdaroğlu de tenê Kurdên ku ji Tirkan re xizmetê dikin hene. Yên ku weke wîna ne! Tenê dadwerî ji Kurdên ku ji esil û feslê xwe bidurketine de heye. Kılıçdaroğlu ji Tirk û Kurdên weke xwe re dadweriyê dixwaze…
Ma bav û kalên me jî ne gotine; yê ku zane, ji xwe zane, yê ku nizane jî baqê nîskaye!
Ev rasti ji hêla Kurdperweran ve îca baş hatiye fêmkirin…
Ma ne bav û kalan ji berê de gotinê; navekî giran û mezelekî weran!
Heta ku Kurdên me yên sergêj hêviyên xwe ji partiya Kemalistên Tirkan qûtnekin, heta ku li berjewendiyên Kurd û Kurdistanê venegerin, heta ku şaşiyên xwe yên siyasi û ramanweri dubara bikin, ev e keda wana bertelef biçe.
Belê, Kurdan gotiye; Xelef keda wîna çû bertelef. Mala min e! Ma ku dikên Kurdan li ser sergoyên Tirkan bang bidin, Kurdistan rizgar dibe lo?
Gava ku Kurdan berê xwe bi rasti danê Kurdistanê, wê gavê tu pirsgirêkên ku Kurd di nava xwe de nikaribin çaresernekin wê tunebin. Ji ber ku qet nebe emê bi Kurdî bi hevdu re biaxivin!
Gava ku em bi Kurdî axivin jî.
Yorumlar
0 yorum