Kundir; KUNDİRO…
Bi navê kundir gelek stran li heremên Kurdistanê hene. Her yek ji wana dewlemendiyekê di xwe de vedihewîne. Kundirê Botîyan jî, yê Xerzîyan jî, yê Mêrdînîyan jî, yê Omeriyan jî hene. Yên dijminan jî hene!

Hemû stranên li ser kundiran xwediyê hinek peyamên veşartî an jî eşkere ne. Li gora dema ku mirov tê de dijîyan ev peyam watedar dibûn û bersiva rewşê didan. Carna kundir di şahî û govendan de dihate gotin. Carna kundir dibû mijara qerfan. Carna kundir dibû mijara pirsgirêkên civatî, rewş û çareserî bi strana kundir dihate ser lêvan…
De ka kerem bikin û beşekî ji kundirê Omeriyan guhdarî bikin…
Wexta kundir du pel bû
Tayip û Kemal li ber bûn
sîya darê li ser bû
kundirê me bi ber bû
navê Tirko li ser bû
waweylo li kundirê mîranî.
****
Kundirê besta Zirtan e
şaxê wî gîha Libnan e
dengê wî gîha ezman e
Omeriya li kir ferman e
waweylo li kundirê mîranî.
****
Kundirê meha Sibatê
ez nadim bi tûtina Boşatê
ez nadim bi genimê liqatê
ez nadim bi mewîjê Talatê
ez nadim bi basteqa Tinatê
waweylo li kundirê miranî.
****
Ma xune kundir kundir bû
ji çiyayê Omeriya mestir bû
ji hingivê Sertê şêrintir bû
ji xiyarê Batmanê dirêjtir bû
ji îsota Ruhayê tujtir bû
ji nokê Mêrdinê xweştir bû
ji şebeşê Amedê gorevertir bû
waweylo li kundirê mîranî….
****
Kundiro, kundirê Mîranî
hişaro bi şekir û şêranî
me kundir li ber xwe danî
te rahişt kêra Kalanî
min rahişt şûrê Kermanî
me kundir ji hevdû hilanî
me qûtê zarokan danî
waweylo li kundirê mîranî…
****
Tebinî. Ev strana herema Omeriya di dema xelayê de hatiye gotin. Wê gavê kûfletê malê birçibûn. Gundîyan jî pesnê kundir didan ji bona ku xwarina wîna bi zarokên xwe şêrin bikin. Ango bêhempa pesnê kundir didan! Kundir ji derve de xweşik bû lê nava wî ne gelekî tije bû. Min tenê hinek nav li gora demê û rojeva Kurdan guhertin.
Hûn ji dikarin navan li gora peyama xwe biguherînin!
Ez di dawî de dibêjim; heta ku kurd vî kundirî ji hevdu belavela nekin, ewê tucara nikaribin qûte zarokên xwe birehetî deynin…
Zarokên kurdan doza qûtê xwe li me dikin.
Ma ev jî ne mafê wana ye?
Di nava refên dagirkeran de kundir pir in! Em dizanin…
Lê tucara jibîranekin; kundirê Kurdan jî gelek in! Di nava civata me de ew xwe weke dîkê elokan dinepixînin! Mirov dibêje; qey ew tucaran li mirêkên derdora xwe temaşe nakin gelo!
Heger mirov haj xwe tune be, mesele gelekî zortir dibe. Kundirê Kurdan hîna xeşîmin. Nestewîyan e. Jixwe di pêşerojê de pirsgirêka helî mezin kundirê me bi xwe ne!
Vêna jî li deverekê balkêş binivîsînin!
Editör: Mehmet Nezir Güneş