matesis
dedas

Platforma Zimanê Kurdî nameyeke vekirî şand Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyê

Platforma Zimanê Kurdî nameyeke vekirî ji Serokatiya Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyê re şand.
  • 19.11.2020 15:01
Platforma Zimanê Kurdî nameyeke vekirî şand Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyê

Îro çarşemê 18ê Mijdara 2020an, Platforma Zimanê Kurdî li Diyarbekirê daxuyaniyek da û eşkere kir ku platformê ji Serokatiya Saziya Perwerdeya Bilind a Tirkiyê (YOK) re nameyeke vekirî şandiye.

Nameya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Weke ku tê zanîn mirovên ku zimanê dayîka wan Kurdî ye û hemwelatî ne nifûsa wan zêdetirî 25 milyona ne. Kurd li vî welatî li gorî mezinbûna nifûsa xwe koma didûyan pêk tînin. Li hemberî vê rastiyê jî di zanîngehan de mafê fêrbûna ziman û edebiyata xwe incex di 2009 an de gelekî bi derengî bidest xistin. Bi biryara serokatiya saziya we di hinek zanîngehan de Ziman û Edebiyata Kurdî di asta lîsans û di Ziman û Kultura Kurdî de jî Şaxên Bingehîn de hatin destpêkirin. Ev biryar weke reformeke taybet û giranbûha ji aliyê gelê heremê ve bi kêfxweşî hate pêşewazîkirin.

Lê belê qonaxa ku em niha tê re derbas dibin ji gelek aliyên de îca nema bersiva hewcedariyên ku hene dide. Şert û mercên nû yên sosyo-kulturî û sosyo-ekonomîk ku derketine holê hewcedarî bi guhertin û çaksazîyan nû derdixin pêşberî me. Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji wan hewcedarîyên ku nû derketine holê tevdigerin û li derveyî hemû nirxandinên siyasî, em ji sazîya we dixwazin ku guhertinên ku me li jêr nivîsandine bi cih werin. Em bawer dikin ku ev guhertin ji hêla sosyolojîk, psîkolojîk û pedagojîk de wê bi kêrî civaka me werin.

1- Di Fakultên Edebîyatê de Ziman û Edebîyata Kurdî ku weke Şaxên Bingehîn hene werin veguhertin û bibin Beşên Bingehîn.

2- Di serî de li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ku hemwelatîyên Kurd bi girseyî lê dijîn û dûra jî li hemû Bajarên Mezin Beşên Bingehîn yê Ziman û Edebîyata Kurdî vebin.

3- Li Stenbolê û li Zanîngeha Dîjle ya Diyarbekirê Enstîtûya Lêkolînên Kurdî werin damezrandin.

4- Plansazîya Zanîngeheke ku bi Kurdî perwerde di warê zanistên civakî de bide, destpê bike.

Di van xalên jorîn de ku me anîne ziman Platforma Zimanê Kurdî amade ye ku bi we re hevkarî, xebat û şêwirmendîyê bike.

Yorum Yaz